“Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAÎŞ’ê têk bibe” Kongreya Star di bin vê duruşmeyê de pêngava destpê kiriye dewam dike. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li gelek deverên Rojava û Rojhilatê Sûrî çalakî hatin lidarxistin. Bi vê armancê mamosteyên herêma Efrînê li gundê Til Qireh ê Şehbayê bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Meş li gundê Til Qireh destpê kir û heta ber dibistana seretayî ya gund dewam kir.

Li ber dibistanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û li ser navê mamosteyan daxuyaniyek hat dayin. Mamosteyan kiryarên ne mirovî yên Erdogan şermezar kirin û bang li raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafê mirovan kirin ku li gel gelê Kurd û pêkhateyên Rojava bisekinin û wan biparêzin.

Heta dawî berxwedan

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi heman armancê meşiyan.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de pankartên “Amed paytexta me ye, bimre faşîzma Eredogan û Erdogan Hîtlerê serdemê ye” hatin vekirin û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin berzkirin. Meş li çerxerêya Abdullah Ocalan a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo û Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê Mihemed Şêxo axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan û hevgirtina gelan serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk hatin bidestxistin.

“Na ji sitemkariyê re”

Li dijî gefên dewleta Tirk şêniyên bajarokê Hecîn û gundewarên wê jî bi slogan “Na ji sitemkariya Tirkiyê re li ser xaka Sûriyê” meşek li dar xist. Meş ji aliyê meclisa bajarokê Hecînê ve hate organîzekirin. Bi sedan şênî, endamên meclisên herêmî, endamên Mala Jinan û endamên Meclisa Gel a Hecînê tevlî meşê bûn. Çalakger li nava bajarokê Hecînê kom bûn û heta ber avahiya Çandiyê ya bakurê bajarokê Hamlînê ve, çûn. Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecîn Îsmal Selman axivî û gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN