BERHEM LETÎF / ROJNEWS
Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin. Çavdêrê Siyasî Seyîd Ekrem der barê êrişên dewleta Tirk û radestkirina hinek cihên stratejîk ên li Kanî Masî û Zaxo de ku hêzên PDK’ê di rojên borî de radestî leşkerên Tirk kiribûn, axivî.
Seyîd Ekrem ku di heman demê de Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK)’ê ye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser helwêsta hikûmeta herêma Kurdistanê û got: “Desthilata Başûrê Kurdistanê di warê îdarî de şikestiye. Bi vê jî nemaye di heman demê de ketiye xizmeta xeta dijminan û rê ji bo dijminên gelê Kurd vekiriye. Sedemê wê jî ew e ku dixwaze dema desthilata xwe dirêjtir bike. Ev şikestina desthilata Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku hinek deverên nikare biparêze radestî dagirkeran dike. Li beramberî wê jî dixwaze li Kerkûk û Bexdayê hin tiştan bi destxwe ve bîne.”
Dixwazin li dema Osmaniyan vegerin
Seyîd Ekrem di dewamê de diyar kir ku ev êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser xaka Başûrê Kurdistanê ye di heman demê de êrişeke li ser tevahî xaka Kurdistanê ye û got: “Ev dagirkeriya dewleta Tirk niha li ser xaka Başûrê Kurdistanê birêve dibe tenê beşeke ji pîlan û bernameya wê ya dagirkirinê ye. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze sinorên xelîfeta Osmaniyan ji nû ve dagir bike. Ev fikir jî ji berê de di serê wan de heye. Ev fikreke dijminatiyê ye ku ne tenê li dijî gelê Kurd e. Di heman demê de dijminahiya li dijî herêm û cîhanê ye.”
Li dijî dagirkeran abin serhildanê
Seyîd Ekrem helwesta xelqê herêma behdînan jî nirxand û got; “Dijminahiyeke mezin hem ji aliyê dewletên herêmî, hem jî ji aliyê desthilata eşîrtî û kevneperest ve li ser herêma Behdînan tê birêvebirin. Xelqê Behdînanê pêwîstî bi xwedîderketin û pêşengtiyê heye. Ji bo wê heya niha li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng maye. Li benda derfetekê mane ku çêbe ji bo bikarin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin serîhildanê û destkeftên xwe mîsoger bikin.”
Ji bo yekitiyeke neteweyî bi dest bixin
Herî dawî jî Seyîd Ekrem qala giringiya yekitiya netewî ji bo dema niha kir û got: “Gelê Kurd heya ku bi hizreke serbixe ya Kurdistanî kar nekin wê ji nexweşî û aloziyan tu carî rizgar nebin. Pêwîst e ku hêzên Kurdî dest bi danûstandinên cidî bikin, ji bo yekitiyek netewî ya Kurd û Kurdistanî bi dest bixin.”