Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd got, hebûna çeteyên DAIŞ‘ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ye û xwest hemû gelên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de bixebitin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rêzecivînên xwe yên bi gelên navçeya Zirganê re didomîne. Bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînek hate lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê, Bedran Çiya Kurd û bi sedan şêniyên navçeya Zirganê di civînê de amade bûn.
Ji bo bibîranîna cangoriyên azadiyê rêz hate girtin û piştre Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî nirxand û got: “Divê gelên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê li ber xwe bidin û li hember êrişên dewleta Tirk derkevin.”
Bedran Çiya Kurd got, dewleta Tirk destekê dide DAIŞ û Cebhet El-Nusra, hebûna çeteyan li ser xaka Sûriyeyê girêdayî Tirkiyeyê ye ku heta niha jî Tirkiye wan derbasî Sûriyeyê dike.
Erka sereke ya gelên Sûriyeyê
Siyasetvanê Kurd Bedran Çiya Kurd wiha peyivî: “Erka sereke ya dikeve ser milê hemû gelên Sûriyeyê, rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ango Efrîn, Idlib, Cerablus û wekî din e. bi rizgarkirina van herêman ji dagirkeriya Tirkiyeyê, êdî gavên ber bi çareserkirina siyasî ve ji bo aloziya Sûriyeyê dê hêsan bibin.”
ANHA/HESEKÊ