Ciwanên Azad li bajarê Swêdê Gavle yê Swêdê, ji bo boykotkirina Tirkiyeyê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
Ciwanên Kurd konê xwe yê çalakiyê li meydana Storatorgetê veda û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê pê ve kirin. Ciwanan li ser tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Efrînê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê belavok belav kir.
Ciwanên Azad dewleta Tirk ji ber dagirkirina Efrînê protesto kir û bang li Swêdiyan û hemû koçberan kir ku Tirkiyeyê boykot bikin û malên Tirk nekirin.
Ciwanên Azad xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe.
ANF/GAVLE