Nerazîbûnên ji êrişên dewleta Tirk yên li dijî xaka Herêma Kurdistanê dewam dikin.Tevgera Nifşê Nû bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Erka hêzên asayîşê ew e ku welatiyan biparêze ne gefan li wan bixwe. Em daxwazê ji hikûmeta navendî dikin ku sînorên herêmê û giyana welatiyan biparêze."

Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan jî got, "Lazim e artêşa Tirk demildest hêzên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê vekişîne. Hebûna baregehên artêşa Tirk li van herêman hem metirsî ye li ser jiyana sivîlan, hem jî binpêkirina xaka Kurdistan û Iraqê ye."

Ji xwe re hincetan çêdikin

Tevgera Gorran jî got, "Pêwîst e, Serokkomarê Iraqê, hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser bombebarana dewleta Tirk bibin xwedî helwêst. Hikûmeta Herêmê hebûna PKK'ê ji bo bombebaranên Tirkiyeyê dike hincet, lê ew bi xwe jî li wir in."

Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jî piştgirî da xelkê Şêladizê.

Can û malê welatiyan biparêzin

Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê jî got, "Em  bang li parlementoya Herêma Kurdistanê dikin bi cidî li ser vê pirsgirêkê raweste û sînorek dayne ji bo parastina can û malê welatiyên li herêmê."

Şêladizêyî li Kurdistanê xwedî derketin

Meclîsa Xweser a Şengalê jî berxwedana xelkê Şêladizê silav kir û got, "Pewîst e em weke gelê Kurd li hemberî her cure êrişan yek bin û xwedî li helwêsta Şêladizê derkevin, dagirkeran ji Kurdistanê derxin.

Iraqê êriş rûreş kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî, bi daxuyaniyekê Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê, bi tundî rûreş kir. Wezaretê xemgîniya xwe der barê kesên di encama êrişan de şehîd bûyî û ziyanên çêbûyî de diyar kir. Wezaretê her wiha destnêşan kir ku ew ê bang li sefîrê Tirkiyeyê yê li Berxdayê bike û biryarnameyekê der barê bûyeran de bidinê da ku careke din neyên dubarekirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN