Artêşa Tirk a dagirker ji sala 1983’yan ve Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike, ji sala 1991’ê ve jî tevî êrişan baregehên xwe ava kirine. Heta niha zêdetirî 30 baregehên leşkerî û sîxurî yên artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê hene. Vê rewşê welatiyên Başûrê Kurdistanê kiriye nav fikar û nerazîbûnan.

Têkildarî mijarê mamostayên Germiyanê hizrê xwe anîn ziman.

Mamosta Umer Ebdulkerîm der barê derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê de got, “Divê navmala hêz û aliyên Kurdî yek bin, yekrêz bin û hemû pêk ve ji bo derxistina artêşa Tirk bixebitin.”

Mamostayê Zanîngeha Germiyanê Mîqdad Hesen jî anî ziman ku bi lihevkirina dewleta Tirk û PDK’ê re artêşa Tirk hatiye nav xaka Herêma Kurdistanê û wiha got: “Ji bo derxistina artêşa dagirker ji xaka Başûrê Kurdistanê ya girîng ew e; gel, medya û rêxistinên civakî zextê li ser hizban, hikûmetê, parlamentoya herêmê û ya navendî bikin.”

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ