Şêniyên herêmê Serêkaniyê, Kobanê û Reqayê bi çalakiyên cûr bi cûr li dijî tehlûkeya dagirkeriya dewleta Tirk zend û bend vemaliştine. Xelkê Serêkaniyê gihîşt xeta sînor da ku dest bi çalakiya mertalên zindî bike. Li Kobanê çalakiya konvedanê li dijê êrişên Tirkiyeyê û hewldana wê ya dagirkeriyê di roja 4´an de ye. Li Herêma Kerama ya Reqayê jî bi sedan şêniyî Tirkiye şermezar kir.
Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe li pêşiya mala gel a bajêr kom bûn û ber bi xeta sînor ve meşiyan da ku dest bi çalakiya mertalên zindî bikin.
Gelê Serêkaniyê bi meşekê ji ber mala gel ber bi sînorê Tirkiyê ve bi pankartên li ser wan nivîsandî “Bijî yekitiya gelan”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Na ji terora Erdogan re”, “Na ji bêdengiya navdewletî beramberî komkujiyên çeteyên Erdogan li dijî sivîlan”
Li ser xeta sînor çalakvanan kon vedan da ku nobedariyê bikin û derfetê nedin dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.
Tê payîn ku di nava çend saetan de çalakî dest pê bike. Hemû endamên sazî û şêniyên ku tev li çalakiyê bûne dê mertalên zindî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ava bikin.
Kobanê li dijî Erdogan
Konê çalakiya şermezarkirina gefên Tayyîp Erdogan îro di roja 4`an de li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê bi beşdariya bi sedan kesan dewam dike. Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê doh çû serdana konê çalakiyê û nobet girt.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Mislim di konê çalakiyê de axivî û got, “Me îro dest bi çalakiya vî konî kiriye ji bo ku em li dijî gefên Tirkiyeyê bisekinin û em ti carî ji gefên wan natirsin.”
Hevserokê Meclisa Şaredariya Herêma Firatê, Şêx Ehmed Hemo jî got, “Divê em ji îro û pê ve kesên ku sînoran nas nakin, pêşiya wan bigirin û êdî bêdengî bes e û kesên ku nikarin helwêstên xwe li beramberî van gefan diyar bikin, em banga xwe li wan jî dikin.”
Reqayê got biceheme Tirkiye
Bi sedan şêniyên herêma El-Kerame ya gundewarên Reqayê doh meşek li dar xist. Meş ji Qada El-Selame ya bajarê El-Kerame dest pê kir. Rûspiyên êlên herêma Reqayê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş û bi sedan şêniyên herêmê beşdarî meşê bûn.
Di meşê de pankartên li ser wan nivîsandî “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Na ji Osmaniya kujer re” û “Na ji zilma Osmaniyan re” hatin hilgirtin. Meş li pêşiya Meclisa El-Kerame veguherî mitîngê. Mişlib El-Derwîş li wir got, “Wek yek gel û yek ruh em ê li hember dagirkerên xaka Bakurê Sûriyê li ber xwe bidin. Divê hemû gelê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe ser piyan.”
Yek ji rûspiyên êla El-Evdalê, Şêx Emîr El-Xabûr jî got, “Em li vir bi keramet disekinin û dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin, em ê li pişt QSD`ê bisekinin.”
Til Koçer li dijî faşîzma Tirkiyeyê ye
Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer ji kolanên bajêr ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Xelkê navçeyê dagirkeriya Tirk rûreş kir. Meş li navenda bajêr vegeriya mitîngê.
Di mitîngê de hevseroka Meclisa Herêma Derikê, Zilfê Bedro axivî û got, “Em bi dengekî bilind ji raya giştî re dibêjin, na ji faşîzm û gefên Tirkiyeyê re. Armanca gefên dagirkeriya Tirkiyeyê nûkirina Sultaniya Osmanî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN