HAWRÊ KIRÊKAR ROJNEWS/SILÊMANÎ
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Partiyên siyasî yên li Herêma Germiyan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.
Berpirsê Malbenda 4 a Germiyan a Yekgirtûy Îslamî Kurdistan, Burhan Muzafer nerazîbûn nişanî hebûna dewleta Tirk da û got, “Em li dijî hemû hêzên biyanî ne ku herêma Kurdistanê dagir dikin. Niha Tirkiye bi şêweyekî axa Başûrê Kurdistanê binpê kiriye. Em li dijî vê dagirkeriya Tirkiyeyê ne. Pêwîst e ku ev hêzên biyanî yên wek Îran û Tirkiyeyê ji axa Başûrê Kurdistanê werin derxistin. Lazim e partiyên desthilata herêmê, xelkê ji her cûreyê êrişan biparêze û destûra dagirkera neyê dayin .”
Yekîtî lazim e
Berpirsê Komîta Mihelî ya Germiyan a Hizba Şûî (komunîst) ya Kurdistanê, Cewher Şikur jî got, “Çareseriya herî baş ji bo derxistina artêşa Tirk, avakirina yekitiya neteweyî û yekdengiya nava Kurdan e. Ji bo derxistina hêzên biyanî û kêmkirina bandora wan li ser Herêma Kurdistanê, divê di mijarên neteweyî de em yekgirtî bin. Lazim e hikûmeta Iraqê jî li hemberî van dagirkeriyan axa xwe û sinorên xwe biparêze.”
Berpirsê Komîteya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan a navçeya Kelarê, Goran Rehîm jî got, “Cihê xemgîniyê ye ku hinek ji hizb û rêxistinên siyasî yên Herêma Kurdistan rejîma dagirker a Tirk wekî dagirker nabînin. Bi taybetî herdu hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û bazirganî bi vê dewleta dagirker re di nava hevkariyê de ne.”