Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî 22´ê hezîrana 2019’an, civîna xwe ya 18’emîn li navenda  KNK’ê, li Brukselê pêk anîn. Di civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Di civînê de ev encam û biryar hatin girtin: Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrişan dike û li herêmê serkêşiya dagirkeran dike û li hemî Cihanê li dijî gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye. Ev demeke êrişî başûrê Kurdistanê dike û roj bi roj dagirkeriya xwe ya li Başûr zêdetir dike. Ev dagirkerî ne tenê li Xakûrkê ye, di heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên din jî. Civîn, bang li hemû hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagirkeriyê derkevin û helwesteke neteweyî bigrin.

Berxwedan pîroz e

Civîn, berxwedana Gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk silav dike, çalakiyên mertalên zîndî yên ciwanên Başûr û Pêşmergeyên Dêrîn, kampanyayên ronakbîran û hemû çalakiyên li dijî dagirkeriyê destek dike û pîroz dike. Pêwîst e ku ev çalakî zêdetir bibin û bêne xurtkirin.

Bizîvire ser maseya muzakereyê

Bi serketina çalakiyên greva birçîbûnê, tecrîda li ser Birêz Ocalan hate şkênandin û her çiqas weke tê xwestin nebe jî, piştî çar salan peyamên Birêz Ocalan hatin belavkirin. Civîn, deklarasyona 7 xal ya 2ê Gulanê ya Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd giring dibîne û bang li dewleta Tirk dike da ku careke din bizîvire ser maseya muzakereyê û pirsgirêka Kurdî bi riya aştî û demokrasiyê çareser bike.Ji bo li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî derkeve holê, civînê biryar da ku bi beşdarbûna kesayet û nûnerên partî û saziyên Kurdistanî, di nava mehekê de li Brukselê, şêwreke neteweyî pêkbîne.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN