Heşt birayên bi navê Ebû Nehar Elî, Remî Elî, Hişmen Elî, Ezo Elî, Îzetnî Elî, Mehîr Elî, Hemûdê Elî û Sibhe Elî ji Minbicê ne û li eniya şer a rizgarkirina bajarê Minbicê cihê xwe digirin. 6 ji wan li eniya herî pêş in, 2 yên din jî li qada Ofîsa Genim a Semawayê sivîlên tên rizgarkirin pêşwazî dikin. Ji wan Ebû Nehar Elî dibêje, heta ew tevahiya gelê Minbicê rizgar nekin, dê meşa xwe ya azadiyê dewam bikin.
Elî ji bo birayên xwe got, "em di heman eniya şer de rêhevalên hev in. Heta zilmek, dagirkeriyek li ser gelê te hebe, jiyan bê wate ye. Ji ber vê yekê em bi tevahî tevlî meclîsê bûne, da ku em jiyanê bi wate bikin. Heta em gel bi tevahî rizgar nekin jiyan bê wate ye û em ê bi ser bikevin."
ERDOGAN ALTAN / DÎHA / MINBIC