3 EP: Li Tirkiyeyê mafê mirovan di bin piyan de ne. Zext li muxalefet, çapemenî û her derdorê tê kirin. Divê em nîşan bidin ku em qebûl nakin bi deh hezaran mirov bi neheqî di hepsan de bin.
ERKAN GULBAHÇE / STRASBOURG
Li Civata Giştî ya Parlamena Ewrûpayê (EP) de doh, dagirkirina bi qeyûman a şaredariyên Bakurê Kurdistanê û binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê dewleta Tirk weke mijara lezgîn a rojevê hatin minaqeşekirin. Di civata giştî de pêşnûma biryareke komên siyasî yên li EP´yê bi yekdengî hat qebûlkirin. Bi vê pêşnûma biryarê hat xwestin, siyasetvanên muxalif ên di hepsan de bên berdan. Bi pêşnûma biryarê bi qeyûman dagirkirina şaredariyan jî bi zimanekî hişk hat rûreşkirin.
Di civata giştî ya li EP´yê ya doh de li ser navê heft komên siyasî yên di parlamenê de axaftin hatin kirin. Tevahiya parlamenteran 19´ê Tebaxê bi qeyûman dagirkrina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kir û nerazîbûn nîşanî girtina siyasetvan, rojnamevan û nûnerên civaka sivîl da. Di civata giştî ya EP´yê de nûnerên Konseya Ewrûpayê û Komîsyona Ewrûpayê jî amade bûn.
Li ser navê koma Yekîtiya Keskan a Ewrûpa (EFA) Sergey Lagodinsky got, “Min li DMME´yê doza Selahattin Demirtaş şopand û şahidî li hin neheqiyên li dijî muxalefeta li Tirkiyeyê kir. Mesele ne tenê qeyûm in. Li Tirkiyeyê mafê mirovan di bin piyan de ne. Zext li muxalefet, çapemenî û her derdorê tê kirin. Divê em nîşan bidin ku em qebûl nakin bi deh hezaran mirov bi neheqî di hepsan de bin.”
Derdê wê desthilata wê ye
Li ser navê Koma Yekîtiya Çepgir a Ewrûpayê Ozlem Demirel peyivî û got, “Li bajarên şaredariyên xwe bijartî, hema piştî hilbijartinê qeyûm wezîfedarkirin. Me tenê temaşe kir. Dîsa me şahidî li mehkûmkirina seroka rêxistina bajêr a CHP´ê Canan Kaftancioglu jî kir. Kaftancıoglu ji ber tweeteke beriya bi salan hat mehkûmkirin. 5 hezar endamên HDP´ê xistin hepsê. Helwêsta li dijî Selahattin Demirtaş eşkere ye. AKP li Tirkiyeyê hilbijartiyan û di hilbijartinê de bibinketinê qebûl nake. Derdê AKP´ê ne çareserî lê desthilata wê ye.”
Derbê li demokrasiya cihî dixe
Di dawiya minaqeşeyê de nûnerê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Marianne Thyssen got, bi qeyûman dagirkirina şaredariyan derbê li demokrasiya cihî dixe û îradeya hilbijêran tine dihesibîne: “Mixabin li Tirkiyeyê demokrasî baş nebû. Hema piştî hilbijartinan qeyûm li şaredariyên bajarên Kurdan wezîfedar kirin. Îradeya hilbijêran tine hesibandin. Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, demokrasiyê birîndar dikin. Tirkiye divê Peymana Venedîkê ya ku wê bi xwe mohr kiriye, bi cih bîne. Tirkiye endama Konseya Ewrûpayê (KE) ye. Helwêsta KE´yê beramberî rêveberiyên cihî diyar e. Tirkiye divê ne ji bo ku di Ewrûpayê de ye, lê ji bo welatiyên xwe demokrasiyê bi pêş ve bibe.”
Bi yekdengî hat qebûlkirin
Piştî minaqeşeyan di civata giştî ya PE´yê de pêşnûma biryara komên li parlamenê ya hevpar bi yekdengî hat qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de bi qeyûman dagirkirina şaredariyên bajarên Kurdistanê hat rûreşkirin, bernedana hevserokê giştî yê berê yê HDP´ê Selahattîn Demirtaş jî hat rexnekirin.
Hin ji biryarên girîng ên di pêşnûmeyê de jî wisa ne:
- Em ji ber jiwezîfeyêdûrxistina şaredarên demokratîk hilbijartî, rayedarên Tirk şermezar dikin. Em dixwazin muxalifên destgîrkirî bê şert û merc bên berdan û lêpirsîn bên rawestandin.
- Em dixwazin ku li Tirkiyeyê Qanûna Têkoşîna (qaşo) li dijî Terorê li gorî mafên mirovan ên navneteweyî ji nû ve bên eyarkirin. Nabe ku ev qanûn ji bo cezakirina welatiyan û medyayê bê bikaranîn.
- Em girtîbûna Selahattîn Demirtaş rûreş dikin û dixwazin bê şert û merc tavilê bê berdan.