Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: „Di Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dîjî Jinê destnîşan dikin ku şîdeta li hember jinê li hember hemû mirovatî û civakbûna me ye û bi tundî şermezar dikin. Şîdeta li hember jinê ji roja destpê kiriye heta îro bûye bela serê mirovan. Her şîdeta li hember jinê pêk hatiye veguheriye cezakirineke herî giran a li hember civakê. Îro mirovatî çi êşê dikşîne vê wek cezayê şîdeta li hember jinê dikişîne.
Hemû mirovatî û civak divê baş zanibe ku yekemîn pirsgirêka civakî li ser serwerî û newekheviya li hember jinan destpê kiriye. Ev zext heta roja me ya îro timî mezin bûye ketiye rewşeke ku mirovatiyê di nav pirsgirêkan de bifetisîne. Yekemîn guneh û sûc, bi şîdeta li hember jinê destpê kiriye. Zîhniyeta ku şîdeta li hember jinê ava kiriye, di tevahiya dîrokê de rê li ber pirsgirêkan vekiriye. Mirovatî ji wê rojê heta îro ji kişandina êşan rizgar nebûye. Îro di sêyemîn şerê cîhanê yê li Rojhilata Navîn de, kaosa wê û mirovatî ku êşan dikişîne de jî terora dewletê ya îro li Kurdistanê jî, yê cinayetên derveyî mirovatiyê yên DAIŞ’ê afirandin jî, zîhniyet, çand û feraseta şîdeta li hember jinê ye. Heta newekhevî, zext û şîdeta li hember jinê neyê rakirin mirovatî ji şer, zilm, mêtinkarî û zextan nikare rizgar bibe. Lewma têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê di serî de têkoşîna bidawîkirina şerên êşân didin mirovatiyê ye; têkoşîna herî mezin a aştiyê ev e.”
Rivê mêr li dij derkevin
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku yê herî zêde pêwîstiya wan bi dijderketina li hember şîdeta li dijî jinan heye mêr e. û wiha hate gotin: „Di serî de mêr hemû civak heta xwe ji vê şîdetê berpirsyar nebîne, ne mimkun e ev şîdet ji holê rabe, ji zîhniyeta rê li ber şeran vedike rizgar bibe û di nav aştî û aramiyê de bijî.“
Şoreşgertiya herî mezin e
Di daxuyaniya KCK’ê de helwesta li dij dijwariyê jî mîna şoreşgeriya herî mezin hate binavkirin û wiha hate gotin: „Şoreşgertiya herî mezin, demokratbûna herî mezin, welatparêziya herî mezin, mirovatiya herî mezin bi dijderketina li hember şîdeta li dijî jinê dikare bê nîşandan. Bûyîna mirova/ê bi wijdan, bi namûs û bi rûmet bi dijderketina şîdeta li hember jinê pêk tê. Bêguman şîdeta li hember jinê tenê ne fizikî ye; di her qada jiyanê nêzîkatiya li hember jinê ya di aliyê ziman, uslûp, awir de tê nîşandan şîdetê di nav xwe de dihewîne. Lewma di serî de her roj, her saet pêwîst e em li hember şîdeta mêr têbikoşin.”
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em bang li tevayî gel, civak, demokrat, şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê dikin ku dijderketina li hemberî şîdeta li dijî jinê wek rêgezeke exlaqî û wijdanî bibînin; li ser vî esasî têkoşîna li hember şîdeta li dijî jinê û têkoşîna li hember zilma dewleta Tirk bikin yek, li hember zîhniyeta serwer a zilam a li Tirkiyeyê pêngava demokratîkkirin û azadkirina Tirkiyeyê pêş bixin.”
NAVENDA NÛÇEYAN