Kovara qerfî Charlie Hebdo ji sansurvanên nû aciz e û hejmara xwe ya vê hefteyê ji rexnekirina tevnên medya civakî û ferzkirina rastgoyiya siyasî re veqetand. Kovarê pirsên elaqedarî komkujiya beriya 5 salan jî ji nû ve kirin.
Kovara qerfî ya Fransî Charlie Hebdo di salvegera komkujiya xebatkar û rêveberên wê ya beriya bi 5 salan de, hejmareke taybet derxist. Kovarê bi gotinên xwe “Şaman fikrên formatkirî” ji bo hejmara xwe kirin armanca rexneyên xwe yên qerfî.
Hejmara ku doh derçû bi nivîsa edîtoriyê ya berpirsê karên nivîsê yê kovarê Riss (Laurent Sourisseau) dest pê dike. Riss tê de dibêje, “Me doh qeda li xwedê, artêşê, dêr û dewletê anî. Îro jî divê em fêr bibin ji wan komeleyên tîranîk yên ku mîna mamosteyên dibistanan li ser ê tiliyên me didin, hindikahiyên xwe li navenda dinyayê dibînin, jin û mêrên blogvan re bibêjin, lane li we be.”
Tweetên gilîker bûn dojeha nû
Di dewamê de Riss got, “Îro roj, di warê siyasî de nivîsa bi rastîgoyiyê sînordarkirî ferz dikin, pêşniyaz dikin ku peyvên îdîa dikin wê acizker bin neyên bikaranîn.” Axir wî acizî û nerazîbûna xwe xulasa wiha îfade kir: “Ev sansurvanên li pişta klavyeyên telefonên destan xwe melikên dinyayê dihesibînin. Agirê dojehên berê niha şûna xwe ji tweetên gilîker re hişt.”
Dîktatorên nû
Li ser berga kovara qerfê ya heftane de xêzeke balkêş heye: xêzkerek xuya dike ku tevnên medya civakî yên nû ziman û milên wî diperçiqînin. Li ser vî xêzkerê hanê jî telefoneke destan a dêwane heye ku li serê dinivîse “Sansurvanên nû… dîktatorên nû”.
Kovara Charlie Hebdo cih da fikr û hizrên xizmên kesên di komkujiyê de hatibûn kuştin jî.
Di nava van de Marys Wolinski, “Jiyana paşê” teswîr dikir û got, ne tam û ne jî rengê vê jiyanê nîne. Wolinski ji nû ve pirsan dike; ev pirs li bersivên ji bo komkujiya 7´ê Çileyê 2015’an ku tê de 12 kes hatin qetilkirin, digerin: “Kovara qerfî Charlie Hebdo, rojnameyeke welê bû ku rojê 50 caran gef lê dihatin xwarin, çima biryara çavdêriya wê Mijdara 2014´an jê hat birin? Ji bo mesref nebin? Yan ev sirra dewletê ye!”
PARÎS