Meş bi beşdariya sedan kesî, nûnerên PYD, Tevgera Çand û Hunerê, Şaredariya Qamişlo, saziyên civakî yên sivîl, meclîsên taxa û Yekîtiya Star jî di nav de ji ber Mizgefta Qasimo bi rêzgirtinê destpê kir.  Meşvanên ku alên YPG, Ciwanên Şoreşger, PYD û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo vekirbûn heta çerxeriya Osman Seberî meşiyan. Li vir meş veguhezî mitîngê û axaftin hatin kirin.‬Axaftina destpêke endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîl Remo kir. Remo diyar kir ku gelê Kurd qonaxeke bi rumet jiyan dike û pêwîşte ji bo armanca xwe ya azadî û demokrasiyê asta tekoşînê bilind bikie. Remo, bang li gelê Kurd kir da ku bi yek destî li kêleka hev bisekinin û rê ne din kesên dixwazin fitine û tevliheviyê derbixin. ‬ Di mitîgê de endmê PYD᾿ê Samî Mihemed jî axivî û banga hişyariyê li gelê Kurd kir. Mitîngê bi axaftina  Şaredariya Qamişlo ku ji aliyê Meaz Ebdulkerîm hate kirin bi dawî bû. Meaz di axaftina xwe de êrîşên li dijî YPG᾿ê şermezar kirin. ‪

QAMIŞLO‬