
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) xebata yekîtiya netewî ya di nava Kurdan de dayî destpêkirin bê ku navberê bide, dewam dike. Piştî komxebatên ji bo Rojhilat û Rojava, komxebata Kurdên li Dîasporayê li bajarê Biezenmortel ê Holandayê bi tevlîbûna sedan kesî pêk hat.
Di nava beşdaran de Serok Parlemetoya Kurdistanê Dr. Yûsiv Mihemed, Serokê Komale (Rojhilat) Îbrahîm Elîzade, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Wezîrê Aboriyê yê Başûrê Kurdistanê Ebdulselam Mecîd, li ser navê Tevgera Gorran Dr. Çiya Ebas, Hatîp Dîcle, Hevserokê PJAK’ê Siyamend, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Hevserokên KNK’ê Nilîfer Koç, Rêbuwar Reşîd, nûnerên Komale, Yekgirtû Îslamî, YNK, PYK – S El Wehda, Partiya Serbixweyî Kurdistan, Partiya Demokratîk a Bet-Nahraîn, Bizûtneweyî Demokratîk Gelî Kurdistan, PSDK-S, KODAR, KCK, Komale Îslamî Kurdistan, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya-Asûrî, PJAK jî di nav de nêzî nûnerên sed partî, rêxistin û sazî û heyet hene.
Şêwra yekîtiya neteweyî bi sirûda netewî ya Kurdî Ey Reqîb destpê kir.
Di komxebatê de Endamê Konseya KNK’ê Adem Ûzûn got, “Armanca me ji van komxebatan ew e ku li ser bingeha yekîtiya netewî pirensîb bên derxistin. Di heman demê de ji bo komîteyek netewî bê avakirin. Wê ev komîte jî ji bo kongreya netewî xebatan bide meşandin.
Piştre Hevserokê KNK’ê Rêbûwar Reşîd axivî, bal kişand li ser rol û xebata KNK’ê ya di yekîtiya neteweyî ya Kurd de û wiha domand: “Mêhtinger, dijminên me îro li dijî gelê me bûne yek û êrîş dikin. Eger ku dijminên me wisa bibin yek û êrîşî me bikin, wê demê divê em jî werin gel hev, bibin yek û xwe biparêzin. Rizgarbûna me tenê bi hatina gel hev û bi hevrebûyinê mumkin e. Ji ber wê pêwîst e em projeyên şexsî, îdeolojî û xebatên rêxistinê li aliyekê danîn û bi temamî ji bo berjewendiyên yekîtiyê werîn gel hev.” Dema nûçeya me dihat amadekirin şêwrê dewam dikir.
DEN HAAG