Hepsiyê bi navê Mehmet Adsiz ê li Hepsa Hejmar 1 a Xerpetê, li dijî miameleya xerab û êşkenceyê ev 18 roj in dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Dayika wî Radda Adsiz, xwest, êşkenceya li dijî zarokên wan bi dawî bibe û banga hestiyariyê li partiyê siyasî û ÎHD’ê kir.

Mehmet Adsiz li Hepsa Xerpetê di hicrikeke yekkesî de tê ragirtin. Di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re, wî got, li dijî êşkence û miameleya xirab ya li hepsiyan, ew ji 29’ê Tîrmeha 2019’an ve di rojiya mirinê de ye. Dayika wî Radda Adsiz li ser peyivîna bi telefonê ya bi kurê xwe re got, “Kurê min dest pê kê li Hepsa Tîpa D ya Amedê bû, paşê şandin Hepsa Kurkçuler a Edenê, ji wir  jî birin Hepsên Tîpa T a Osmaniye û Tîpa C a Bûrhaniye ya Balikesîrê. Li van hepsan jî, rastî heman pêkanînan dihat. Bi demê re ev rewş veguherî êşkencê.”

Piştî qedexeya hevdîtinê ya 4 mehan, hefteya bihurî di hevpeyvîna bi telefonê de ku ew jî bi rasthatina Cejna Haciyan, destûra wê hatibû dayîn. Di wê peyivîna bi telefonê de Mehmet Adsiz ji dayika xwe re gotiye, ew di hicrikeke yekkesî de tê ragirtin. Dayik Adsiz wiha dewam dike: “Gardiyenan di hicirikê de dest û lingên wî girêdane, bi  dar û pehînan li wî xistine. Perda guhê wî teqandine. Kurê min ji ber êşkenceyê, dikeve krîzê û rayên xwînê yên zendên xwe dibirre. Dîsa li revîrê jî, li ber çavên bijîjkan lê dane.”

´Em dewlet in êşkence dikin´

Ev êşkenceya hanê bi awayekî bi pergal li Mehmet Adsiz hatiye kirin, li ser vê yekê Dayik dibêje, “Wî tazî dikin û wisan êşkencê lê dikin. Ji wî re dibêjin, ‘di bin ala Tirkan de kes nikare tiştekî bi me bike. Em dewlet in.’ Bi van gotinan êşkencê li kurê min dikin.”

Di rojiya mirinê de ye

Dayik Radda Adsiz, da zanîn ku kurê wê li dijî êşkenceyê, ji 29’ê Tîrmehê ve dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye û got, “Bila dest ji êşkenceya li zarokên me û vê zilmê berdin. Em dibihîsin ku li Girtîgeha Xerpetê êşkence li girtiyan tê kirin. Divê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û partiyên siyasî ji bo vê li çareseriyêkê bigerin.”

 

MA/AMED