Herçiqasî şewba koronayê rojeva sereke be jî pê re hin rojevên din xwe li keviyên vê rojevê bi girîngî bi cih dikin. Yek ji van mijaran têkiliya xwe bi koronayê re heye û ya din jî şerê qirkirin û înkarê yê dewleta Tirk li Kurdistanê ye. Ya yekê, desthilat û sermayedar nîqaş dikin - bi ya min di nîqaşê de civak tineye - gelo divê hejmareke zêde mirinê li ber çav bigirin û qonax bi qonax destûra derketine derve ya mirovan bidin. Ji ber ku sermayedarî asê bûye û dixwazin pêşî lê vekin. Ya din jî tirsa wan heye ku girseyên gel ên demeke dirêj di hundiran de bimînin li ber wan rabin. Heta radeyekê bi tirs û fikaran civak xistin kontrolê û heye ku vê kontrola xwe bi qanûn, rêzik û pîvan bikin. Ya din jî esnafên piçûk mîna kargehên mezin nikarin ji alîkariya hukûmetan sûdê bigirin. Ev jî dibe ku nerazîbûneke mezin a civakî çêke û bi demê re tirs û fikar veguhere hêrs û serîrakirinê. Lê ez vê jî bibêjim, di nava vê guftûgoya bêrehm a desthilat û sermayedaran de kesayet bin jî û pir hindik be jî wijdanekî dilebite xuya dike. Mijara diduyan a sedsaleke ji rojeva me dernakeve û niha li asteke pir cuda ye, şerê dewleta Tirk ê kokqelandin û înkarê yê li Kurdistanê ye. Li dijî vî şerê înkarker û qirkeran jî berxwedaneke mezin a Tevgera Azadiyê heye. Tevî ku şewba koronayê di rojevê de ye û cîhan giş pê mijûl e, dewleta Tirk hewl dide ser rastiyê bigire, naxwaze zindaniyên siyasî berde; dixwaze wan di hundir de bikuje û mîna ti tişt nîne jî ji şerê xwe yê qirêj nagere. Hewce ye ku di vê mijarê de em balê bikişînin ser çend nûçeyên ketine rojevê. Ya yekê çalakiyên gerîla yên li Serhed, Heftanîn, Xakûrk û Qendîlê. Pêşmerge komkirina PDK’ê ya li Karoxê; tevî ku ew qad di kontrola YNK’ê de ye. Ya diduya jî çalakiyên HBDH’ê li metrepolên Tirkiyê pêk tîne. Nexasim jî çalakiya wê ya dawî li dijî Roketsanʼê balkêş bû. Di daxuyaniya rêxistinê de jî tê destnîşanirin ku çalakî bi teknîkeke taybet hatiye kirin. Dîmenekî çalakiyê jî heye ku ji dûr ve hatiye girtin û xuya dike ku dûmaneke mezin ji ser fabrîkeya roket û fuzeyan radibe. Li vir pirs ev e; gelo li dijî dewleta Tirk a di şer de teknîkeke mezin bi kar tîne, tevgerên li dijî qirkirin û înkarê jî êdî derbasî qonaxeke nû ya bikaranîna teknîkeke dijber dibin? Hêzên gerîla jî berê di çend çalakiyan de teknîk bi awayekî serketî bi kar anîbûn. Nexasim çalakiya HBDH’ê di vî warî de balkêş bû. Bi qasî ku xuya dike, yekîneya HBDH’ê ya çalakî serketî pêk aniye û li gorî agahiya hatiye dayîn, yekîne bêyî zirarê bibîne, digihîje nuqteya xwe ya ewle. Berê jî gelek caran analîz û şirove hatibûn kirin ku dewleta Tirk li Kurdistanê şer giran bike, bivênevê wê şer derbasî metrepolên Tirkiyê bibe. Bi milyonan Kurd li metrepolên Tirkiyê ne. Piraniya wan jî ji şer zirar dîtine û di warê derûnî de jî birîndar û derbxwarî ne. Li bajaran çîneke navîn a Kurd çê dibe û li cem wan jî hestên neteweyî û kurdbûnê geş dibin. Dema dewleta Tirk şovenîzma tûraniyê dijwar dike, hestên vî beşê Kurdan jî diêşin, ew li ber xwe dikevin û hestên tolhildanê diberidînin. Ji lewra jî di van rojên koronayê de kurkketina li malê, dibe ku li cem Kurdan di gelek waran de rê li gavavêtinên nû veke. Civaka Kurd li cîhanê jî belav bûye û beşekî wan dixwînin, ji teknîkê fêhm dikin û di hinek beşan de serwext in. Belkî jî tişta kêm di vî warî de xwerêxistinkirin e.