Fermandarê HPG’ê yê herêma Şengalê Egîd Civyan, destwerdana gerîla li komkujiya 3’ê Tebaxê ya li Şengalê, berxwedana 5 mehan a li çiyayê Şengalê, hewldanên hin derdoran ên ji bo qelskirina xebatên yekîtiya netewî ya Kurd û Pêngava Rizgarkirina Şengalê ji ANF´ê re nirxand. Fermandar Civyan da xuyakirin ku her çiqas di fermana dawî de berdêlên giran hatin dayîn jî, eger destwerdana gerîla nebûya wê ev berdêl bi deh qatan zêdetir bûya û destnîşan kir, ku dinya alemê dîtiyê ku tevgera Apoyî pêşî li vê fermanê girtiye. Fermandar Civyan ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê ji bo temamkirina komkujiya nîvçe mayî bi dehan caran êrîş kirine, her carê hatine şikandin û diyar kir, ku berxwedana wan a herî mezin li dijî hewldanên qelskirina neteweyeta Kurd a ji aliyê hin derdoran ve dihat kirin, hatiye meşandin. Civyan daxuyaniya Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî ya li ser Çiyayê Şengalê jî nirxand û got, “Hat Şengalê, dikarîbû silavek bida hevalan. Wê ev silav bandor li xebatên neteweyî bikira.”

We 5 mehan li Şengalê çi kir?

Em sala nû di serî de li berxwedêrên ku di çeperan de pêşwazî dikin, gelê Êzîdî û tevayî gelên Kurdistanê  pîroz dikin. Ji bo me ev 5 meh, pir dagirtî û her rojeke wê bi berxwedanê derbas bû. Êrîşa li hember Şengalê û gelê me yê Êzîdî çi bû, baş tê zanîn. Em vê êrîşî wek êrîşeke li hember devereke din a Iraqê yan jî Sûriyeyê nanirxînin. Cihekî wiha ye ku bi taybet hatiye hilbijartin. Di destpêka vê komkujî û êrîşê de hin tiştên tarî jî hebûn. Ev hê jî gelek aliyan ve zelal nebûne. Di encamê de fermanek û komkujiyeke pir mezin destpê kir. Ev ferman her çiqasî berdêlên wê giran bûn jî, mimkun bû ku deh qat zêdetirî vê jî hatiba dayîn. Lê bi mudaxeleya tevgera Apoyî ev ferman hat astengkirin. Dinya û alemê jî ev bi çavên xwe dîtin. Tevayî gelê me yê Kurd jî vê dizane. Gelê Êzîdî jî şahidê vê rastiyê ye.

Komkujî bi her awayî ronî bûye?

Ji bo bandor û zerarê li ser berxwedanê neke hin tiştên ku me heta niha nexwest bêjin hebû. Têkoşîna me li vir meşandiye ne tenê li hember çeteyên DAIŞ’ê hatiye pêşxistin. Ev aliyekî vê yê leşkerî yê şênber bû û me dizanîbû emê çawa têkoşînê bikin. Ji ber dijmin diyar e. Lê bi têkoşîneke ku me nikarîbû em karibin tam eşkere bikin, me nizanîbû emê çawa bikin para gel re em rû bi rû hatin. Tevî ku me gelek zehmetî kişandin jî ya bi ser ket berxwedana îradeyê ye, ya ji aliyê Tevgera Apoyî ve hat nîşandan. Armanca me ya wek hêzên HPG’ê, YJA Star û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya ciwanên Êzîdî, ne ew bû ku em xwe nîşanî dinyayê bidin bê vaye em li vir in. Ji roja berxwedanê heta îro li cihên ku kesî texmîn nedikir em bicih bûn. Li çeperên herî pêş, li derdora çiyê, li deverên ku xeteriya êrîşê ya li hember gelê me yê Êzîdî yê li Çiyayê Şengalê, em bicih bûn. Ji destpêkê heta niha li 25 nuqteyên cuda me hêzên xwe belav kirin. Bi dehan caran ku hewl dan bikevin çiyê destpêkê rastî berxwedana hevalên me hatin.

Di 5 mehan de tim êriş pêk hatin?

Em dikarin bêjin ku di van 5 mehên derbasbûyî de berxwedaneke bêhempa li vir hat meşandin. Di serî de hevalên me yên wek fermandar Dilgeş, heval Armanc, heval Ronî û gelek hevalên me yên hêja di nav vê berxwedanê de şehîd ketin. Bi saya berxwedana van hevalan êrîşên çeteyên faşîst ên DAIŞ hatin şikandin. Nêzî 3 mehan rêya di navbera Rojava û Şengalê de ku qut bû, Şengal wek giravekê di nav çeteyan de ma. Çeteyan ji bo komkujiya nîvçe ma, temam bikin bi dehan caran êrîşî çiyê kirin. Li Mêrka, Solak, Sikiniyê, Şîlo, Barê, Digurê û li gelek deveran êrîş kirin. Di her êrîşekê de rastî berxwedaneke mezin hatin. Gelek caran windahiyên mezin dan, cebilxaniyên wan hatin desteserkirin. Di encama vê berxwedanê de, gelek kes neçar man êdî hurmetê nîşanî vê berxwedanê bidin.

Hun serdana Barzanî ya Şengalê çawa dinirxînin?

Eger bi gelek derdoran re wijdanek hebe, eger dixwazin rastiyê bibînin divê ev berxwedan bê xurtkirin, alîkarî ji vê berxwedanê re bê nîşandan. Em behsa aliyê vê madî nakin. Yek gotinek bes e. Birêz Barzanî hat Şengalê, serokê Herêma Kurdistanê ye. Li Mexmûrê çawa çû cem hevalan, merheba da hevalan. Berxwedana hevalan pîroz kir. Li vir jî em li bendê bûn ku dema hat vir, weke Serokê Kurdistanê bila hatiba 5 meh in, hêzên HPG’ê parastina Başûr dikin û bi yek gotinê gotiba, ‘Ez berxwedana van hevalan pîroz dikim.’ Wê ji bo me jî biba moralek. Dibe ku hin kesên li ser navê PDK’ê yên li vir rastiyê tam nizanin, agahiyên şaş didin. Mînak ez dixwazim fêr bibim gelo Birêz Barzanî dizane li 25 nuqteyên cuda gerîlayên HPG’ê xwe bicih kirine. Gelo dizane eger pêşmerge bi xwe jî li Şengalê wiha rehet sekiniye, heval li deverên ji bo êrîşan xeter ku bicih bûne û li hember êrîşan dibin asteng. Lê eger hat Şengalê dikarîbû silavekê bide hevalan. Wê vê silavê ji bo xebatên neteweyî bandorek çêkiriba. Ez bawer im wê yekîtiya gerîla û pêşmerge li Şengalê xurttir kiriba.

Operasyona rizgarkirinê di çi merhaleyê de ye?

Ev roja 12. a Berxwedana Azadkirina Şengalê ye. Ji Roja ku em hatine, me xwest vê berxwedanê berfireh bikin. Ji hêzên pêşmerge û piştre jî ev cemaetên Êzîdî ên li vir çek girtine, me xwest em hêzên xwe bikin yek û hêzeke hevpar ava bikin. Me hewldanên pir mezin kirin. Me xwest em hêzên leşkerî bikin yek. Me ji kesekî bersiveke neyênî negirt, lê timî hat taloqkirin. Me ti carî çalakiyeke hevbeş li dar nexist. Mîna li Kobanê û Kerkûkê bi hev re tevgerek çênebû. Wek tê zanîn berî niha bi 15 rojan ji xeta Zumar ji aliyê pêşmergeyan ve operasyonek hat destpêkirin. Beriya operasyonê hevdîtin hebûn, di navbera HPG’ê û pêşmergeyan de lidarxistina operasyoneke bi hev re hebû. Lê dema operasyonê destpê kir agahiya HPG’ê jê çênebû. Sedema vê çi ye em nizanin. Dibe ku gumaneke pêşmerge ya berdana Şengalê li ser me maye, bila rizgarkirina Şengalê jî li ser me bimîne heye. Eger pirsgirêk tenê ev be, mirov dikare wateyê bidê. Lê eger pirsgirêk têkoşîneke neteweyî ye; pirsgirêk ne tenê pirsgirêka hizbekê ye. Pirsgirêk eger a gelê Êzîdî û gelê Kurd e, berxwedan jî hevbeş e. Divê bi hev re be.

Yekîtiya hêzên Kurdî çêbûye?

Ev yekîtiya di navbera pêşmerge û gerîlayan de hinekî fiilî çêbû. Yanî ne ku me berê plansaziyek bi hev re kiriye ku em ê bi hev re Şengalê rizgar bikin. Tiştekî fiilî çêbû. Em dixwazin vê rewşê hê xurt bikin. Îdîaya me heye di sala nû de em azadkirina Şengalê ji gelê xwe re bikin diyarî. Ya pêwîst berxwedanê hê xurttir kirin e. Bi vê re jî rizgarkirina Şengalê zûtir dibe. Li vir hêzên HPG, YBŞ, YJA Star, YPG’ê ku korîdor vekirin û dixwazin li vir di nav berxwedanê de cih bigirin hene.  Hêzên YNK, PDK hene. Çepên Tirk ên wek MLKP di nav berxwedanê de ne. Di sala 2014’an de berxwedana Kobanê û Şengalê mora xwe li sala 2014’an xist. Her du berxwedan jî weke destanan e. Niha Şengal ber bi azadbûnê ve diçe û hêviya me ev e ku gelê me yê Êzîdî yekîtiya xwe xurt bike. Em ji ciwanên Êzîdî dixwazin werin û di nav berxwedana azadiya Şengalê de cih bigirin.



BOTAN GULAN/ŞENGAL