Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Silêmanî doh li Qendîlê çûn serdana ciwanên li dijî dagirkeriya Tirk bûne mertalên zindî. Pêşmergeyên Dêrîn bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan weke pêşmergeyên dêrîn komîteyeke hevbeş a ji hemû kesayetên serbixwe û welatperwer ava kirine û wê ev komîte li seranserê Başûrê Kurdistanê çalakiyên cûrbecûr li dijî her cûre êriş, dagirkerî û gendeliyê pêk bînin.

Dengê xwe bilind bikin

Pêşmergeyên Dêrîn komîteya hevbeş weke, “Komîteya Parastina xaka Kurdistanê” bi nav kirin û bi navê komîteyê Derya Omer daxuyaniyek xwend û got, Em niha li Binarê Qendîlê ji bo piştgiriya gerîla û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê komîteya hevbeş ya ku ji pêşmergeyên dêrîn, jin, bawermend û xelkê nîştîmanperwer pêkhatîne radigihînin. Armanca vê komîteyê parastina xak û destkeftiyên gelê Kurd e. Em ne girêdayî tu partî û aliyên siyasîne, em tenê girêdayî xak û niştîmana Kurdistanê ne. Em ji vir dibêjin ji bo dagirkeriyê êdî bes e. Pêwîste xelkê azadixwaz yê Kurd dengê xwe yê şoreşger bilind bike û êdî dagirkeriya li ser xwe qebûl nekin.”

Pêşmerge, şervan û gerîla

Derya Omer di dawî de bal kişand ser zilma li dijî gelê Kurd tê kirin û got: “Bila êdî em li ser xak û mala xwe penaber nebin. Herdem gelê Kurd qûrbanî daye ji bo azadiyê û ser nizmî qebûl ne kirye. Herdem ji bo mafê xwe yê rewa berxwedan kiriye. Em ê mirinê qebûl bikin, lê em ê jiyaneke kole jî qebûl nekin. Ez daxwaz ji pêşmergeyên dêrîn yê ku berê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê rawestiyane dikim, bila niha jî bên beşdarî vê berxwedanê bibin û bi serbilindî werin di çeperên berxwedanê de têbikoşin. Pêşmerge, şervan û gerîla ronahiya  çavê me ne, û parastina me dikin.”

 

ROJNEWS / QENDÎL