Komeleya Îkîzdere ku her tim bi çalakiyên xwe yên li dijî wêrankirin û talankirina xwezayê tê rojevê û her tim bi têkoşîna xwe ya parastina çem û rûbaran derdikeve pêş kongreya xwe pêk anî. Komeleya Îkîzdere ku heta niha bi çalakiyên li pêş meclîsê, li ser gelî û çeman tekoşîna xwe berdewam kir, bi rêveberiya xwe ya nû bi biryare ku serdemek nû bide sestpêkirin. Komeleya Îkîzdere ya li dijî Santrolên Hidroelektrikê yên li Geliyê Îkîzdere tên avakirin têkoşînê dide, kongreya xwe pêk anî. Di kongreya komeleya Îkîzdere de li şûna Serokê berê Musa Yilmaz Suleyman Durmuşoglu, hate hilbijartin. Durmuşoglu, piştî hate hilbijartin daxuyaniyek da û diyar kir ku ew serdemek nû dede detpêkirin. Durmuşoglu, anî ziman ku ew plan dikin ku li Stenbolê şaxek komeleyê vekin û wiha got: “Hemû keya û serokên komeleyên Îkîzdereyê rêveberên komeleyê yên xwezayî ne. Em dê di nava tifaq û yekitiyê de xebat û têkoşîna xwe ya li dijî bedav, HES û wêrankirina xwezayê bidomînin.” Durmuşoglu, da zanîn ku ew dê têkoşîna reveberiya berê ya li dijî HES’an û wêranşikirina xwezayê xurttir bikin û bêtir bi rêxistinî û hêzek mezin li dijî santrolên hidroelektrikê têkoşînê bidin meşandin. Durmuşoglu, bilêv kir ku ji bo ekolojî, xweza û derdorê biparêzin dê hemû mafên xwe yên rewa û demokratîk bikar bînin û wiha axivî: “Rêveberiya me ya berê di serdema borî de li dijî HES’ê hin serlêdan kirin û doz vekirin. Em dê wan dozan bişopînin. Em dê li dijî hemû wêrenkirin û talankirina xwezayê hesas tev bigerin û çavdêriyê bikin. Em dê destûr nedin ku kes geliyê Îkîzdereyê wêrn bike. Hate dîtin ku HES’a li Geliyê Îkîzdereyê hate avakirin çiqas zirar da gelî. Ji niha û şûnde em dê qet destûr nedin avakirina HES’an. Di têkoşîna li dijî HES’an de serdemk nû dest pê dike.”
Geliyê Îkîzdere, di nava herêmên ji aliyê Vakfa Parastina Xwezaya Cîhanê (WWF) ve wekî herêmên sereke ya parastinê cih digire. Li ser geliyê Îkîzdereyê ku ji 74 kîlometreyan pêk tê, 26 projeyên HES’ê tê plankirin. Li ser gelî HES’ek bi dawî bûye û niha hilberîna ceyranê dike. Niha 2 projeyên HES’ê jî di nava avakirinê de ne.
DÎHA/RÎZE