Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê TUHAD-FED dê sibê ji bo 59 girtiyên Kurd ên rejîma Îranê derheqê wan de biryara darvenkirinê dayî li Deriyê Sînor ê Gurbulakê 3 rojan çalakiya gireva birçîbûnê li dar bixin û banga tevlîbûna çalakiyê kir. Nûnertê TUHAYD-DER’ê Mehmet Bozkurt, diyar kir ku dê li hemberî polîtîikayên darvekirinê yên li dijî girtiyên Kurd pêktên bêdeng namînin û divê hemû kes tevlî çalakiyê bibin û wiha got: “Sibê di bin pêşnegiya federasyona me dê li deriyê sînor ji bo 59 hevalên me yên dewlet Îranê derheqê wan de biryara dervekirinê dayî çalakiya greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Em li hemberî polîtîkayên qirêj bêdeng namînin. Divê cîhan vê yekê bibîhîze.”

Bozkurt, da zanîn ku sibê saet di 09.00’an de li ber avahiya saziyê bi rê bikevin û bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiya wan bibin.

Banga tevlîbûnê hat kirin

TUHAD-DER’a Wanê jî têkildarî çalakiya bi heman armancê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya li navçeya Serayê ya Wanê dê 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixe û têkildarî mijarê de li saziyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê TUHAD-DER’ê yê Wanê Ahmet Aygun, diyar kir ku komeleyên girêdayî TUHAD-FED’ê ji bo şermerzarkirina biryara darvekirina rejîma Îranê ya li 59 girtiyên Kurd birî dê di 17’ê gulanê de li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê navçeya Seray a Wanê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bide destpêkirin. Aygun, bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin.

AGIRÎ/WAN