Pisporên Rojhilata Navîn diyar dikin ku vê pêngava Londonê tîcareta petrolê ya Îranê nekiriye hedef. Di vê daxuyaniya ku piştî Saziya Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (UAEK) pêşnûmeya der barê Îranê de erê kir hat kirin de tê destnîşankirin ku Îngilistan cara yekemîn e ku tekiliyên xwe bi sektora bankayê ya welatekî re dibire. Li dû daxuyaniya Londonê, Fransa jî ji şirîkên xwe re pêşniyara heta ku Îran dev ji bernameya xwe ya nukleerî ya leşkerî bernede têkiliyên xwe yên bi bankayên wî re û blokekirina hesabên bankayên Îranê kir. Fransayê her wiha xwest ku şirîkên wî petrola Îranê nestînin. 

Di daxuyaniya ku ji serokomariya Fransayê ve hat kirin de tê destnîşankirin ku vê pêşniyara xwe ya danekirinê gihandiye;  Îngilistanê û li gel vê ragihandiye Serokatiya Konseya Ewropayê û Serokatiya Komîsyona Yekitiya Ewropayê. Tê payîn ku Amerîka jî der barê danekiirnên nû yên li ser Îranê de daxuyaniyeke bide û di vê daxuyaniyê de Îran wekî ‘herêma ku pereyên qirêj dixe nav piyasayê’ îlan bike û bi vî awayî îzolasyona li ser sektora aboriyê ya Tehranê zêdetir bike.

LONDON/PARÎS