Di mercên giran de bixebitin
Jinên ku li vir di nava şert û mercên pir giran de dixetin diyar kirin ku ji ber kar tune û nikarin debara xwe bikin, neçar in vî karê zahmet û giran dikin. Jinan, da zanîn ku hem karê fabrîqeyê dikin û hem jî pişt re diçin malê kar dikin. Jinên ku temenê wan di navbera 15 û 52 salî de tê guhertin, ji bo ku ji karê xwe neyên avêtin, neçarin tev li hemû zor û zahmetiyê bibin. Neçarin ku bi kedek mezin û erzanî bixebitin. Jinên ku di fabrîqeyê de dixebitin ji ber ewlehiya xwe nexwestin navê xwe bidin. Jinek ciwan ku hevserê wê jiyana xwe ji dest daye, diyar kir ku piştî hevserê wê mir, sermiyanî û barê malê ket ser pişta wê. Jinek din ya ciwan, anî ziman ku ji ber aboriya malbata wan xerab e û di malbatê de kesekî bixebite tune ew ji neçarî tê vî karî dike.
Jinek din jî anî ziman ku 2 salin di fabrîqeya tuglayê de dixebitin û nû zewiciye. Jina ciwan ku nû zewiciye, anî ziman ku ji ber karê wê kar nabîne we tê li vir di fabrîqeyê de dixebite û wiha got: „Li vir şert û mercê kar pir giran e. Em kedek mezin didin lê bi erzanî dixebitin. Lê em neçarin ku debara malbatê bikin.“
Jinek din jî anî ziman ku rojê 15 saetan dixebitin û mehê 600 TL pere distînin û zilam heman karî dikin, lê zilam 900 TL distînin, ew jî 600 TL distînin û maf û keda wan ji sedî 50 tê binpêkirin.
AMED