Hat ragihandin ku parlementerên Sunî û Şiî yên Iraqî ji bo bajarê Kurdistanê Kerkûk statuyeke taybet werbigire, pêşnûmeyek amade kirine. Tê diyarkirin ku ev yek tê wateya yekitiya li dijî Kurdan. Parlementerên Kurd ên Parlementoya Iraqê Mehmûd Osman jî dide diyarkirin ku dayîna statûyeke taybet ji bo Kerkûkê ne li gorî makeqanûnê ye.
Li gorî ajansa nûçeyan a Kurdpressê, ji parlementerên Kurd ên Parlementoya Iraqê Mehmûd Osman got ku parlementerên Ereb ji bo statuyeke taybet bidin Kerkûkê pêşnûmeyek amade kirine û li hemberî Kurdan yekitiya xwe çêkirine.
Tê diyarkirin ku ev pêşnûme ji aliyê Lîsta Dewleta Hiqûqê ya Nûrî Malikî, lîsta el- Iraqiye ya Iyad Elawî û lîsta Yekgirtina Neteweyî ya Iraqê ya Îbrahîm Caferî ve hatiye amadekirin. Parlementerên Ereb dan diyarkirin ku kesên ku berê li Kerkûkê nebûn, anîne li Kerkûkê bi cih kirine û dixwazin li gorî madeya 23. a makeqanûna Iraqê hilbijartineke taybet li Kerkûkê pêk bê.
Parlementerê Kurd Mehmûd Osman rexne li lîsta El Iraqiye kir û got; “Ji ber ku Herêma Kurdistanê ji Tariq Haşimî re malovanî kir, li rastî gelek tengasiyan hat. Lê parlementerên el Iraqiye piştgirî didin vê pêşnûmeya li dijî Kurdan.”
Wekî tê zanîn bajarê Kerkûkê li hemû Iraqê wekî bajarê herî zengîn bi petrolê tê binavkirin. Ji ber zengîniya vî bajarî a bi petrolê gelek hewldan çêbûn û çêdibin ku bi herêma Federal a Kurdistanê ve neyê girêdan. Bajarê Kerkûkê piraniya niştecihên wê Kurd in lê ji bilî Kurdan Ereb û tirkmen j îli wir dijîn. Hikûmetên Iraqê herdem ji ber zengîniya vî bajarî hewl dane ku bi siyasetên cuda hejmara Kurdan lê kêm bikin û li şûna wan gelek malbatên Ereb bicih kirine.
Ji dema damezrandina herêma Federal a Kurdistanê ji bilî hêzên siyasî ên Iraqê gelek hêzên derve jî destê xwe xistine nava karên Kerkûkê da ku bi herêma Kurdistanê ve neyê girêdan. Her ev mijara Kerkûkê bûye cihê nakokiyên mezin di navbera hikûmeta Nasvendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê de. Di vê dema ku nakokiyên di navbera serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî û hikûmeta herêma Kurdistanê de gur bûye, dîsa mijara Kerkûkê wekî alavekê li dijî Kurdan tê bikaranîn û tevî nakokiyên mezin di navbera hêzên siyasî ên Iraqê de li ser vê mijarê dîsa tên ba hev.
BEXDA