Ji bo ku vîna gelê Kurd a li parlemanê bêtesîr û bêdeng bikin, partiyên sereke yên li Parlemana Tirk li hev kiribûn. Hîna di minaqeşeyên li ser pêşnûmaya betalkirina mafê destnedanê yê parlemanterên HDP´ê vê tifaqê xwe dabû der û bi dengdayîna doh ya dewra duyem a li ser pêşnûmayê, vê tifaqê darbe kir li dijî demokrasiyê û li dijî vîna gelê Kurd.

Doh li parlemana dewleta Tirk pêşnûmaya guhertina destûra bingehîn a AKP´ê ya ku mafê destnedanê yê parlemanterên Kurd betal dike, bi desteka MHP û CHP´ê hat qebûlkirin.


Xal bi xal û temamî ne usûl ne demokrasî

Xala destpêkê ya pêşnûmaya qanûnê bi 373 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin. Di dengdanê de 138 dengên ‘na’ hatin bikaranîn.  Di dengdanê de 531 parlamenter amade bûn.

Di vê dengdanê de ji bilî 373 dengên ‘erê’ û 138 dengên ‘na’, 8 dengên ‘bêalî’ û 9 dengên ‘vala’ jî hatin bikaranîn. Dengên 3 parlamenteran jî nelê hatin hesibandin.

Di tûra duyemîn de jî mîna tûra yekemîn komîserên AKP’ê nehiştin ku wekîlên AKP’ê bikevin hundirê kabîna dengdanê û dengê xwe bixin zerfê.

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken li ser vê yekê got, dengdan li gorî usûlê nehatiye kirin, dengdana ku diviyabû veşartî be “Bi rengekî fermî û li pêş çavan, dengdana vekirî hatiye kirin.”


Faşîstan yek li xwe zêde kir

Xala duyemîn a pêşnûma qanûna rakirina destnedanê, ku weke ‘darbeyê’ tê pênasekirin jî bi 374 dengên “Erê” hat qebûlkirin.

Di dengdanê de 136 parlamenteran dengê “Na” bi kar anîn, 4 parlamenter bê alî man, 11 dengên vala hatin bikaranîn û dengek jî nelê hat hesibandin. Di dengdanê de 526 parlamenter amade bûn.


Faşîzma bi temamî darbeya bi temamî

Temamiya pêşnûmaya AKP’ê ya ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê jî bi dengdanê hat qebûlkirin. Vê carê dengên erê diduyên din li xwe zêde kirin û bûn 376. Herçî na bûn, bûn 138. Yên bê alî 18 bûn û yek jî nelê hat hesibandin.

Bi vî rengî pêşnûmaya AKP’ê ya ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê, bi desteka MHP û CHP’ê hat qebûlkirin. 


Li dijî vîna Kurdan hemû partî bûn yek

Di tûra yekemîn a sêşema bihurî di dengdana li ser xala destpêkê de 350 dengên “erê”, 148 dengên “na”, 5 dengên “bêalî”, 27 dengên “vala”, dengekî nelê hatibûn bikaranîn. Di dengdana li ser xala duyemîn de 357 dengên “erê”, 149 dengên “na”, 17 dengên “vala” û 6 dengên “bêalî” hatibûn bikaranîn. 

Li ser vê yekê di tûra duyem de hem AKP´ê û hem jî CHP´ê li ser parlemanterên xwe zexta xwe zêdetir kirin û doh darbeya dewleta Tirk li dijî nûneriya vîna miletê Kurd li parlemana Tirkiyeyê bi ser xistin. 

Parlemantera HDP´ê beriya dengdana dawî bi bîra parlemanteran xist ku ew timî li dijî neheqiya li dijî vîna el derketine, lê çawa ku berê parlemanterê DEP´ê ji parlemanê kirin der, îro jî bi fermana Erdogan heman tişt li dijî wan pêk tê.

Ji daxuyaniyên rûniştina doh yeke balkêş jî ya parlemanterê HDP´ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder bû ku got, “Hela mafê me yê destnedanê rakin, da ez li dadgehê bibêjim ka kê ji me rica kir û li ber me geriya em biçin Qendîlê. Ka kê piştî ku em vegeriyan telefonî me kir û pirsî ka çawa çûye.”


Xurtkirina desthilata Erdogan e

Li aliyê din ji nerazîbûnên destpêkê yên ji cihanê yek jî ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman SPD´ê bû. SPD da zanîn ku ew betalkirina mafê destnedanê yê HDP´ê şermezar dike û li ser navê partiyê Sekretera Giştî Katarina Barley got, “Pirrdengîbûna demokratîk li tirkiyeyê bi vê yekê derbeke mezin a ku tesîra wê wê dewam bike, dixwe. Li vir mesele bi tenê desthilatdar man û berfirehkirina desthilatdariya serokkomar Erdogan û AKP´ê ye.” 

Balkêş bû ku Barley ji bîr kiriye ku ew şirîka hikûmeta Elman e û hikûmeta Elman di çarçoveya bazara li ser penaberan de bê şert û merc destek da Erdogan û partiya wî AKP´ê.


NAVENDA NÛÇEYAN