Li dijî Maduro êrişa bombeyî
Li dijî Serokê Dewleta Venezuelayê, Nicolas Maduro, dema ku di merasîma eskerî ya li navenda paytext Caracasê de dipeyivî, êrişeke bombeyî pêk hat. Maduro bêyî ku birîndar bibe ji êrişê filitî.
Li paytext Caracasê, li dijî Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro êrişeke bombeyî pêk hat. Hate diyarkirin ku êriş bi droneke bombebarkirî pêk hatiye. Wezîrê Ragihandinê yê Venezuelayê ragihand ku di êrişê de Maduro birîndar nebûye û 7 esker birîndar bûne.
Wezîr got; “Êriş li dijî Serokdewlet Maduro pêk hatiye’. Piştî êrişê, Maduro axaftina xwe ya di merasîma eskerî de qut kir.
Wezîrê Ragihandinê yê Venezuelayê got, êrişek bi droneke bombebarkirî li nêzî herêma ku serokdewlet lê bû pêk hat û êrişeke din jî bi dronê li nava eskeran pêk hat.
Wezîr got, dronek li nava Muhafizên Neteweyî yên Bolîvar hate teqandin û 7 kes birîndar bûn.
Serokdewlet Maduro piştî êrişê got, aliyên siyasî yên tundraw ên rastgir bi alîkariya Kolombiya û DYE´yêî êriş kirine û navê serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos jî weke berpirsiyarê êrişê hilda. Berdevkekî Santos tavilê ev îdîa red kir. CARACAS