Demên dawî, hin derdorên xêrnexwaz li bajarê Kobanê dest bi bazirganiya narkotîkê kirine. Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê, bi armanca dawî li bazirganiya narkotîkê bînin, li bajarê Kobanê xebatên hevbeş dan destpêkirin. Bi vê armancê, komîteyên ji herdû meclîsan li gelek deverên bajêr operasyonên li dijî zeviyên narkotîkê lidar dixin. Di encama van operasyonan de, zeviyên narkotîkê li gundên Bînder û Kerde bi temamî hatin rakirin.
Di çarçoveya heman xebatan de, Desteya Bilind a Kurd jî, bi armanca xurtkirina têkoşîna li dijî narkotîkê de, komîteyek hevbeş ji herdû meclîsan ava kir. Komîte li Navenda Çandê ya bajarê Kobanê semînerek derbarê zerarên bikaranîna narkotîkê de da.
Doktor agahî dan
Tevî doktorên pispor, gelek kes beşdarî semînerê bûn. Doktor Bextiya Medres û Hikmet Ehmed di semînerê de li ser encamên xerab yên bikaranîn narkotîkê de beşdar agahdar kirin û weha gotin: "Madeyên narkotîkê yekser rê li ber nexweşiyên ku dibin sedema mirina mirovan vedikin. Ev made di heman demê de rê li ber zêdebûna pirsgirêkên civakî jî vedikin."
Dixwazin ji têkoşînê dûr bixin
Beşdarên semînerê jî anî ziman ku derdorên xwe li şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li rizgarkirina bajarê Kobanê ranagirin, bi zanebûn bazirganiya narkotîkê pêş dixin. Her weha hat gotin, armanca sereke ji vê bazirganiyê, dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê ye.
KOBANÊ