Komele di 5 mehên dawî de 4 caran rastî êrîşê hat. Li komeleyê nêzî 100 kes dixebitin û di demên dawî de hedefa kesên nasnameya wan nediyar de ne. Berê di bûyerên civakî de polîsan bombeyên gazê avêtin komeleyê û pişt re jî 3 caran deriyê komelê ji aliyê kes û kesên nasnameya wan nediyar ve hate şikandin û ketin hundir. Deriyê komeleyê cara 4'emîn disa hate şikandin. Li gorî agahiyên ji rayedarên komeleyê hate girtin kesên deriyên komeleyê şikandin ketin hundir piştî pîsî danîn ber deriyê komeleyê ji komeleyê veqetiyan e. Rêveberên komeleyê bûyer wekî namerdî bi nav kirin û diyar kirin ku ew dê hewildanên zagonî bidin destpêkirin.
Xebatkarên komeleyên diyar kir ku komele her tim bi kamerayên MOBESE'yê dihate şopandin û wiha gotin: "Navenda çandê berê jî 3 caran deriyê wê hati şikandin û ketin hundir. Me got dibe ku ji bo diziyê û an jî kesên ji derve man ji bo starbûnê wisa kiribin. Lê di bûyera dawî de asta bûyerê hate guherîn. Em wekî komeleyê li ser çanda kurdan xebatan dikin. Ji ber vê yekê êrîş li dijî çand û hunera kurdan pêk hat. Kesên nasnameya wan nediyar deriyê komeleyê şikandin û hemû amûrên komeleyê belavkirin û piştî pîsî li ber deriyê komeleyê hiştin derketin. 50 metre dûrî komeleya me kameraya MOBESE'yên a ji 6 kamerayan pêktê heye. Kesên dixwazin vê yekê bikin bê çand û bê huner in." Xebatkarên komeleyê anîn ziman ku ew li dijî van êrîşan serî natewînin. Piştî êrîşê gelek rêveberên saziyan komele ziyaret kirin.


 DÎHA/COLEMÊRG