Çalakiya "Nimêja Înê ya Sivîl" ku ji aliyê KCD'ê ve di 25'ê adarê de li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate destpêkirin lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgerê Komarê ya Amedê der barê kesên beşdarî "Nimêja Sivîl" bûn û piştgirî dan de lêpirsîn da destpêkirin.
Dozgeriyê bi îdîaya li dijî hêjmara 2911'an a "Muxalefeta Zagona Meşên Xwepêşan û Civînan" derketiye lêpirsîn da destpêkirin. Di nava lêpirsînê de Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî di nav de gelek welatiyên din jî hene.

Di çarçoveya lêpirsînê de Endamê Rêveberiya Giştî ya BDP'ê Mehdi Perînçek û Serokê ESP'a Amedê Ramazan Karakaya, çûn Edliyeya Amedê îfade dan dozgeriyê. Perînçek û Karakaya diyar kirin ku dozger pirsa “We di minêja Sivîl a Înê de nimêj kir? pirsî.

ANF/AMED