Fidan, diyar kir ku pirsgirêka jinan a herî mezin, "pirzewac", "di temenê biçûk de zewac" û "şîdeta li hemberî jinê" ye. Fîdan, anî ziman ku ew dê di çarçoveya projeyê de li hemû taxan xebatan bikin û pirsgirêkên jinan tesbît bikin û ji bo çareseriya wan bixebitin. Fîdan, da zanîn ku jinên Botanê di têkoşînê de ji gelek tiştan re pêşengî kirin û wiha got: "Li Botan pirsgirêkên pirzewac, di temenê zarokî te zewicîn û zarokên keç nedin xwendin hene. Em jin ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin divê rola xwe baş bilîzin."
Fîdan, bilêv kir ku ew dê li taxan xebatan bikin û pirsgirêkên tesbît kirin û rêbazên çareseriyê dê rojên pêşde bi anketekê ji raya giştî re pêşkêş bikin.
ŞIRNEX