Di encama operasyonan de derdora 1500 penaber hatin kontrolkirin û ji wan derdora 500 kesên bê destûra rûniştinê hatin girtin. Li gorî agahdariyên berpirsekî polîsan, di van operasyonên li dijî penaberên bê destûr li Yewnenistanê hatin lidarxistin de derdora 2 hezar polîs beşdar bûn.
Berpirsekî polîsan ji ajansa AFPê re axivî, sedemê operasyon û binҫavkirinan wisa bi lêv kir: "Em dixwazin penaberan rêkin welatê wan, sînoran bigirin û Atînayê bikin metrepolek ku dadwerî lê serdest e û kalîteya jiyanê lê bilind be."


Gefa li penaberan 
Serokwezîrê Yewnenistanê Antonis Samara yê konservatîf pêşiya hilbijartinan gotibû ger ew bi ser bikeve , ew ê "bajarên xwe dîsa rizgar bikin" û "lehiya penaberan a diherike welatê wan" bidin sekinandin. Yewnenistanê roja ҫarşemê hejmara polîsên xwe yê li ser sînor li herêma Evrosê jî ji 600 memûrî rakiribû 1800an. Li gor îstatîstîkên fermî li Yewnenistanê 800 hazar biyaniyên bi awayekî fermî dijîn hene. Hejmara penaberên bêdestûr li Yewnenistanê dijîn derdora 350 hezaran tê texmînkirin. Li Yewnenistanê ne tenê serokwezîrê niha di dema propagandaya hilbijartinê de li dijî penaberan axifî bû, herwiha di hilbijartinên 17ê hezîranê de partiye nijadperest a bi navê Chryssi Avgi (Berbanga Zerîn) 18 parlamenter biribûn meclisê. 

ATÎNA