Li ser navê parazvanen mafên mirovan Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, anî ziman piştî hilbijartina 12'ê Hezîrana 2011'an pêşnûmeya zagona TİHK'ê di 5'ê Adara 2012'an de ji nûve sewqî Serokê Meclîsê û di 15'ê Adara 2012'an de jî sewqî komîsyona Meclîsê hatiye kirin û wiha got: "Li gel rexneyên saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî yên der barê TÎHK'ê de, tu guhertin pêk nehatin. Bêyî ku guhertin û rastkirin bên kirin sewqî meclisê hatiye kirin. Ev yek bi vî rengî nayê qebûl kirin. Ev nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî mafê mirovan, demokrasî û aştiyê nîşan dide."
Bakalci, da zanîn ku ji sala 2004'an heta niha ji bo li gorî pîvan û rêgezên Parîsê û peymanên navneteweyî pêşnûneyek bê amadekirin niqaş didomin û wiha berdewam kir: "Saziya ku ji bo mafên mirovan biparêze, binpêkirina mafan bi dawî bike û rê li pêşiya demokrasiyê veke rol daye ser xwe, divê teqez li gorî peymanên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Rapora Pêşketinê ku Tirkiye bûye alî û îmze kiriye gavan bavêje û mafên mirovan biparêze. Divê teqez li gorî rêgezên Parisê tev bigere. Lê ji ber ku bêyî li gorî rêgez û pîvanên Parîstê tev bigere ev pêşnûme şandin meclîsê, regeza Parîstê hatiye binpêkirin û TİHK li dijî rêgezê Parîsê ye. Hemû li ser fermana hikûmetê hatiye amadekirin. Cih nedaye nerîn û rexneyên saziyên sivîl ên civakî. Pêşnûmeya TÎHK'ê ya meclîsê bi vî rengî nayê qebûl kirin.

'Pêşnûme li dijî rêgezan e'
Bakkalci, anî ziman ku ji ber pêşnumeya TÎHK'ê li dijî rêgezên navneteweyî ne ew li dijî pêşnûmeyê derdikevin û ev peşnûme li dijî demokrasî zelalî û mafên mirovan e û wiha pêde çû. "Di pêşnûmeyêde welatî û mirov esas nayê girtin. Dewlet esas tê girtin. Em naxwazin ku biryar li navendekê kom bibin û ji aliyê serokwezîrtiyê ve bê birêvebirin. Ji bo sazî karibe di aliyê aborî de ji bo karibe fînansmana xwe bike divê meclis butçeyekê cuda jêre veqetîne.
Tivê tenê hêjmara kadro û personelê wê bi hêjmara 190 neyê bi sinorkirin. Bakalçi, da zanîn ku ji bo ev pêşnûme bê rastkirin dê çalakiyên cuda pêk bînin.