Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê saziyên civaka sivîl li dijî qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê, kampanya da destpêkirin.

Saziya Aktion Dritte Welt Saar û Penaberên Saarland ku li Saarbrucken a Elmanyayê xebatan dikin, bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan kampanyayeke nû dan destpêkirin.

Saziyên civaka sivîl dibêjin, qedexekirina PKK’ê mafê Kurdên li Elmanyayê binpê dike. Saziyên Ciavaka Sivîl her hefteyê nihêrînên kesên navdar parve dikin û nerazîbûnê nîşanî qedexekirina PKK´ê didin.

Endamê CDU Arthûr Beesalski ku beşdarî kampanyayê bûye û di heman demê li dêra katolîk xebatan dimeşîne dibêje; “Qedexekirina PKK’ê nayê qebûlkirin û divê demildest were rakirin.”

Ji rêveberên kampanyayê Gertrud Selzer got, ji kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, xwest, wêne û nihêrînên xwe ji navnîşana li jêr re bişînin: fluechtlingsrat@asyl-saar.de

 

SAARBRUCKEN