Bi daxwaz û zexta wezîrê karê hundir ê Elman Seehofer, çav li rê ye hefteya bê li Eyaleta Bavyerayê ya Elmanyayê Qanûna Wezîfeya Polîs bê erêkirin. Li dijî vê qanûna “Dewleta Polîs” li Munchenê bêhtirî 30 hezar mirovî meşiyan û alayake dêw a YPG´ê mohra xwe li çalakiyê da. Qanûna Polîs a tê pêşniyazkirin a Eyaleta Bayernê ku weke qanûna ‘dewleta polîs’ tê qebûlkirin, li paytexta Eyaletê Munchenê, bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Pêşnûme qanûna bi navê “Qanûna nû ya wezîfeya polîsan” (PAG) wê hefteya bê li meclîsa parlamenê pêşkêşî dengdanê were kirin ku CSU li parlamenê serdest e. Di xwepêşandana li Munchenê de zêdeyî 30 hezar kesî beşdar bûn û alayeke mezin a YPG’ê jî ji bo şermezarkirina qanûnê û zextên polîs hate vekirin. CSU li dijî Elmanyayê Pêşnûme qanûn bi serkêşiya Serokwezîrê berê yê Bayernê Horst Seehofer ve hate amadekirin, ku Seehofer di hikûmeta nû ya Merkel de Wezîrê Karên Hundir e. Pêşnûme qanûn doh li Munchenê bi beşdariya zêdeyî 30 hezar kesî bi çalakiyekeê hat rûreşkirin. Meşa protestoyê ji meydana Marienplatzê dest pê kir û heta meydana Odeonsplatzê, ber avahiya serokwezaretiya eyaletê dewam kir. Xwepêşandan bi banga zêdeyî 70 rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û partiyên SPD, Kesk û Partiya Çep hate kirin. Ji hemû bajarên Bayernê mirovan berê xwe da Munchenê. Komeleyên alîgirên futbolê jî destek dan xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de bi pankart, kostum û dirûşman, hikûmeta eyaletê hat şermezarkirin. Di meşa protestoyî de komek ji xwepêşandêran alayeke mezin a YPG’ê vekir. Bayern yek ji wan eyaletan e ku di serî de qedexekirina alaya YPG’ê hemû qanûnên li ser qedexekirina sembolên Kurdan bi rengekî tund bi cih tîne. Xwepêşandêrên ku alaya YPG’ê hildan, helwêsta rêveberiya eyaletê ya li dijî Kurdan şermezar kir. Qanûna rejîma Nazî Li gorî pêşnûme qanûnê ku tê payîn li meclîsa eyaletê bê qebûlkirin, bêyî biryara dadgehê polîs wê karibin dest li mafên destûrî werdin. Qanûn erkeke berfireh a destwerdan û kontrolkirina jiyana taybet a mirovan dide polîsan. Pêşnûme qanûn rejîma Nazî tîne bîra mirovan. Li gorî qanûnê, polîs wê karibe bi rengekî kêfî bêyî gumaneke şênber kesê dixwaze destgîr bike, karibe li telefonan guhdarî bike, karibe dest deyne ser telefon, komupter û amûrên mîna wan ên elektronîk. Her wiha di meşan de karibe kelepçeyan bi kar bîne. MUNCHEN