Gundiyan û rêxistinên sivîl ên civakî bertek nîşanî girtina pirê dan. Gundiyan û endamên rêxistinên sivîl ên civakî kevirên di nava rê de hatin rêjandin ji rê avêtin. Li vir keyayê gundê Marînos Îdrîs Temel daxuyanî da û daxwaznameya ji bo rê bê vekirin bide Waliyê Colemêrgê xwend. Temel, diyar kir ku pira riya 10 gund û 30 mezrayan li ser tê bikaranîn hate girtin ew mexdur kirin û wiha got: "Piştî lêkolînên me, em hînbûn ku leşkeran rê girtiye. Gelek gund li ser vê pirê hewcehiyên xwe pêk tînin. Dibe ku di dema nexweşiyekê de tiştekên nexweş derbikevin holê." Temel, anî ziman ku ji bo tu mexduriyet pêk neyên divê demildest pir bi lezgînî bê vekirin. 

COLEMÊRG