Piştî xitimandina hewldanên Ereban ên ji bo şandina çavdêran biserneket û hikûmeta Sûriyeyê xwe neda ber pêkanîna şert û mercên ku Yekitiya Ereban ji rejîma Sûriyeyê xwestibû Yekitiyê biryarên nû derbarê Sûriyeyê de da.  Ji aliyekî din ve her ku ambargoyên li ser rejîmê zêde dibin ew jî ambargoyên li ser gel zêde dike û nbajarên wekî Humus û Derayê gelek caran bi rojan bê elektrîk û av dimînin.
Yekîtiya Welatên Ereb dixwaze li beramberî bersivnedana daxwaza wan a ji aliyê Sûriyê ve, peywendiyên bazirganiyê yên ligel Sûriyê qût bike û para wan bloke bike. Piştî ku Wezîrên Derve yên Welatên Yekîtiya Ereban civiyan û li ser reşnivîsek derbarê cezakirina Sûriyê de gihan rêkeftinê, biryare hinek cezayên darayî û aborî li ser Şamê bisepênin. Li gorî reşnivîsa li ber destê Wezîrên Derve yên Welatên Ereb, cezayê li ser sûriyê ji qedexekirina geşta berpirsên mezin ên Sûriyeyê û qedexekirina geştên esmanî ji welatên ereb bo Şamê pêk tên.
Li gorî wê reşnivîsê, welatên ereb wê arîkariya darayî ya projeyên ku li ser xaka sûriyê tên cîbicîkirin qût bikin. Di dawiya reşnivîsê de jî tê gotin ku nabe ew cezayane bandorê li berjewendiyên rojane yên welatiyên sûriyê bike.
Berî çend rojan Yekîtiya Welatên Ereb daxwaz ji Hikûmeta Sûriyeyê û Beşar Esed kirin protokola ku ji aliyê welatên ereb ve pêşkêşî wan hatiye kirin îmze bike. Armanca wê protokolê jî ew bû 500 çavdêr ji bo ji nêz ve agehdariya wan ji rewşa welatiyên Sûriyê çêbibe bişînin sûriyê, lê Esed îmze nekir û red kir.

Iraq li dijî cezakirinê ye 

Wezîrê Derve yê İraqê Hoşyar Zêbarî diyar kir ku ew li dijî sepandinên aborî yên li hemberî Sûriyê ne û got, Urdin û Libnan jî xwediyê heman dîtinê ne. Zêbarî diyar kir ku İraq li dijî pêşniyarên ji bo pêkanîna sepandinên aborî yên li dijî Sûriyê ne, Libnan û Urdin jî ji ber peywendiyên aborî yên pir giring ligel Sûriyê hene, li dijî van sepandinane ne. Zêbarî bilêv kir ku di aliyê İraqê de ne mimkune ku sepandin li dijî Sûriyê çêbibin, hêjmara İraqiyên ku li Sûriyê dijîn û peywendiyên aborî yên navbera herdu welatan de ne mimkune ku sepandinek di warê peywendiyên aborî de çêbibe. Piştî daxwaza Welatên Ereb a ji bo çavdêrên siyasî ji aliyê Sûriyê ve hat red kirin, îro Welatên Ereb ji bo guftûgokirina sepandinên civakî û aborî dicivin. Civîn li Qahîreyê tê lidarxistin.

Tê çaverêkirin ku ji aliyê Yekîtiya Welatên Ereb ve sepandinên wekî rawestandina geşta sivîlan a firokeyên Sûriyê û cemidandina peywendiyê ligel Banka Navendî ya Sûriyê bên pêkanîn.

ŞAM




Mafê penaberiyê dan leşkerê Sûriyeyê


Urdunê mafê penaberiyê da 10 leşker û polîsên di nava artêş û teşekîlata polîsan a Sûriyeyê de dixebitîn. Wezîrê karê derve yê Urdunê Nasir Cûde anî zimên ku polîs û leşkerên Sûriyeyê di 8 mehên dawîn de hatine Urdunê. Cûde destnîşan kir ku leşker û polîsên ku hatine Urdunê piraniya wan kesên ku nû dest bi leşkerî û polîstiyê kirine. Bi vî awayî Cûde guftûgoya vekirina derê Urdunê bi vê daxuyaniyê jî piştrast kir. rayedarên Urdunî daxuyandin k udi meham Îlonê de wan mafê penaberiyê daye 60 polîs û leşkerên Sûriyeyê.
Her wekî ku Yekîtiya Ereban jî biryara dankirinên aborî yên li ser Sûriyeyê da, li bendê ne ku Urdun û Tirkiye jî di kampên li ser sînoran bi taybetî cî û mafê penaberiyê bidin yên ku ji Sûriyeyê birevin an jî kesên li dijî rêveberiya heyî têbikoşin.