Li gorî şarezahiyên xwe zarok û ciwanên ji Efrînê yên li Şehba tên teşwîqkirin ku biçin dersên hunerî. Yek ji armancan bipêşxistina behremendiyên wan be jî ya sereke ew e ku tesîrên xiran ên dagirkeriya dewleta Tirk li pey bên hiştin.

TOLÎN HESEN / SOLÎN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA

Tevgera Çand û Huner hewl dide bi rêya xebatên xwe giyanê hunerî di nav nifşên nû de ava bike ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê bandor li wan kiriye. Bi vê mebestê, Tevgerê bi armanca kişfkirin û bipêşxistina şarezahiyên zarokan ên hunerî, hefteyê du roj ji bo perwerdekirina zarokan diyar kirin.

Li gel berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê, Tevgera Çand û Huner a Demokratîk bi roleke sereke rabûye ji bo vegerandina giyanê hunerî di nav zarokên Efrînê de. Tevgerê hefteyê du roj diyar kirine, ji bo hînkirina zarokan a hunerên weke govend, stran, şano, lêdana amûrên muzîkê û wênesaziyê. Tevger dewreyan di nava kon û malan de li gund û navçeyên kantonê dimeşîne.

Li gorî şarezatiya zarokan

Komîteyên tevgerê li gundê Ûm El-Hoş û navçeya Ehrezê 116 zarokên ji temenên cihê perwerde dikin. Zarok perwerdeyên xwe Înî û Şemiyê dikin, ji ber ku rojên din diçin dibistanê.

Ji ber ku hin ji zarokan xwediyê zêdetirî şarezayiyekê ne, komîte rê li ber wan vedike û zarok di heman demê de beşdarî komên govend û stranan jî dibin.

Li ser mijarê, zarokê bi navê Hesen Nasêr ê 12 salî ku di koma stranan ya navçeya Ehrezê de ye, dibêje, “Ji ber ku ez ji huner hez dikim, ez fêrî çanda xwe dibim. Exlaq tê wateya çand û huner, lewma divê em xwe bi pêş bixin.”

Ji şêwekariyê hez dikin

Ji aliyê xwe ve berpirsa Komîteya Çand û Huner a navçeya Ehrezê, Sara Mistefa destnîşan dike ku dema şêniyên Efrînê di encama êrişan de neçar man ji warên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, Tevgerê ji bo ku rewşa şer bandorê li zarokan neke û zarok çanda xwe ji bîr nekin, destpêkê komîte li gund û navçeyên Şehbayê ava kirin.

Ji 3 mehan ve Komîteya Çand û Huner a Ûm El-Hoş ruxmî derfetên kêm, dixebite. Gelek xwendekar beşdarî xebatên komîteyê dibin. Heta niha 66 endamên komîteyê ji zarok û mezinan hene. Her çi qas hejmara endaman pirr bibe jî, komên nû tên avakirin. Pirraniya endamên komîteyê ya Ûm El-Hoş ji şêwekariyê hez dikin. Tevî xebatên hunerî li navenda komîteyê dersên zimanê Kurdî jî tên dayîn.

Dijmin wê negihîje meqseda xwe

Ji aliyê xwe ve zaroka bi navê Zîlan Birîm, endama ‘Koma Serdem’ a gundê Ûm El-Hoş, dibêje, rojê 2 saetan perwerde dibin û wiha dipeyive: “Em hewl didin bi hev re li ser stranan bixebitin û bi vê rêbazê em vêna xwe ya xurt nîşanî dijminan didin; her çi qas ew hewl bidin me biçewisînin jî ew ê nikaribin. Em ê çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin û dê kesek nikaribe me asteng bike.”

Zîlan destnîşan dike ku ji bo vejandina navê ‘Berxwedana Serdemê’ li her derê wan navê ‘Serdem’ li koma xwe kiriye.

Li ser heman mijarê, endama rêveber a Tevgera Çand û Huner Xedîce Xelîl teqez kir ku armanca wan ji vekirina navendê ew e ku alîkariya nifşên nû bikin da ku tesîrên şerê taybet li pey xwe bihêlin û nexasim jî ciwan karibin vê bikin. Xedîce Xelîl wekî din dibêje, ji bo wan girîng e derûniya ciwanan xurt bikin ku di encama derketina ji Efrînê de, tesîreke xirab lê bûye.