Dagirkeriya dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dewam dike. Hikumeta herêma Kurdistan û Bexdayê li hemberî êrişan bêdeng in, û mala berzanî jî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re dawam dike. Lê xelkê herêmê li dijî dagirkeriyê bi hêrs e.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê Tevgera Aştî ya li Dijî Şer hate avakirin. Gelek mamoste, oldar, rewşenbîr, parêzer û aktivîstên başûrê Kurdistanê li Navenda Partiya Komunîst a Kurdistan ya Hewlêrê li hev civiyan û li dijî hewildanên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê Tevgera Aşitî ya li Dijî Şer ava kirin.

 

HEWLÊR