Li Rihayê hosteyê şeyan Mahmut Çayci got, şeyên ku ew çê dike, rê li ber elektrîkgirtinê digirin û li dijî serêşê jî baş in. 

Li navçeya navendî ya Rihayê Eyyubiyê, Mahmut Çayci, li Mizgefta Rizvaniyeyê ji daran û hestiyan şeyan çê dike; ew li hemberî teknolojiyê li ber xwe dide. Çayci anî ziman ku ew ji sala 1998’an ve şeyan çê dike û ji xeynî darên şimşad û gurganê ew ji quloçê beranan û hestiyan jî şeyan çê dike. Çayci ji bo şeyên xwe got, “Wî pereyê ku hûn didin bi yên marke û buha dikirin, wek yên ku ez çê dikim û bi 5 lîreyî difiroşim bi sihet nabin. Pora xwe bi şeyên xwezayî şe bikin.” 

Çayciyê 38 salî, anî ziman ku şeyên ku ew çê dike binê porê xwedî dikin û rê li ber elektrîkgirtinê digirin, û dema por elektrîkê negire, naweşe. Çayci, got, berê mezinên wan şeyên ku ew niha çêdike bi kar dianîn û wiha peyivî: “Bi bipêşketina teknolojiyê re her tişt veguherî fabrîkasyonê. Şe jî wisa bûn. Êdî şeyên plastîk û naylon tên çêkirin. Serê mirovan bêhtir diêşe. Şeyên plastîk di serî de rê li ber elektrîkgirtinê vedikin û dibin sedema serêşê. Lê şeyên xwezayî yên em çê dikin wê elektrîka di porê de werdigirin, dihelin por hewayê bistînin.”  Çayci yekane kes e ku li Rihayê vê karî dike û got, ji bo ev kar winda nebe, ew ê hînî kurê xwe jî bike.


MA / RIHA