
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz bi rasthatina 25’ê Mijdarê meşek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bi dirûşman şideta li dijî jinê hat şermezarkirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Nîqab û zarokên zewicandî
Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê jî bi heman rasthatinê rêxistina Tevgera Jinên Kurd-Ewrûpa (TJK-E) ya eyaeta Hessenê, meş û mîtîngek li dar xist.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Frankfûrt û derdora wê tevlî çalakiya li hemberê gara navendî destpêkirî, bûn. Di meşê de jinên nîqab li wan kirî û zicirkirî û zarokeke cilûbergên bûkaniyê lê kirî bala xelkê kişand ser kolekirin û bi zaroktî zewicandina jinan wekî awayên dijwar ên şideta li dijî jinê.
Li bajarên Elmanyayê Hildesheim û Dortmundê jî jinan şideta li dijî jinê bi çalakiyan şermezar kir.
Li paytext û başûrê Franseyê çalakî hebûn
Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, jinên Kurd û Fransayî bi şiyara “Na ji şîdeta li dijî jinê re” meşiyan.
Di çalakiyê de bi dirûşmeyan şîdeta li dijî jinê hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Jin ji meydana Bastille heta meydana Republique meşiyan û çapemeniya Fransayê jî bi baldarî çalakî şopand.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, li bajarê başûrê Franseyê Marsîlyayê bi heman armancê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Beşdaran şîdeta li dijî jinê şermezar kir û ji hemû jinan xwest ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî sîstema bi serdestiya mêr, têbikoşin.
Li seranserê Swêdê na ji şideta li dijî jinê re
Rêxistinên jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta beramberî Jinê ya Navneteweyî, li gelek bajarên Swêdê çalakî li dar xistin. Jinan li Eskîlstûn, Orebro, Gavle, Lulea, Karlsmann, Sodertajle ji bo ku şideta li dijî jinan bi dawî bibe mûm vêxistin.
Li bajarê Gavleyê Komuna Jinan a Warşînê bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên jinan re meş û mîtîngek li dar xist. Jin şemiyê êvarê saet 17.00’an li Mala Çandê ya Gavleyê hatin cem hev, pankartên şermezarkirina şideta li dijî jinê hilgirtin û ber bi Meydana Rodhûsê ve meşiyan. Nûnerên jinan bang li hikûmetê kir ku ji bo rawestandina şideta li dijî jinan tevdîran bigire.
Li Orebroyê ‘Însiyatîfa Jinan’ li navenda bajêr çalakiyek li dar xist. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî ‘şideta li dijî jinê rawestînin’ hilgirt û li meydanê mûm vêxistin. Di çalakiyê de Zozan Baransson û ji Partiya Çepgir Hans Holberg axivîn û şideta li dijî jinê şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN