Li Pakistanê, ku ji ber şerê di navbera mezheban de her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin, karîkaturîstên bi pêşengiya Gaûhar Aftab û Mûstafa Hasnaîn, bi saya romana ji xêzikan a navê Paasban lê kirine, li dijî gotinên radîkalîzekirina ciwanan têdikoşin. Paasban di destpêka vê hefteyê de li mezintirîn eyaleta welêt Pencapê hat weşandin. 


'Mirov dikarin bawermend û aştiyane bin'

Ji nivîskarên Paasbanê Gaûhar Aftab ji AFP'e re axivî û ev agahî parve kirin: "Bi xêzikên xwe re em dixwazin nîşan bidin ku mirov hem dikarin bawermend bin, hem jî aştiyane bin. Divê em bibin Misilmanên ku tundiya şîdetê bikar tînin, red dikin." Di vê romana karîkaturî ya ji sê beşan pêk tê de, jiyana rojane ya komeke hevalên zanîngehê dixwînin ên di navbera modernîte û kevneşopiyê de mane, vedibêje. Senarîst dibêje ku di Paasbandê de ew çîroka xwe ya şexsî vedibêje û bersivê die banga şerê qaşo 'li dijî Îslamê'.   


 ANF/BRUKSEL