Li bajarê Elmanyayê Kasselê gelek çalakgeran, ketin û derketina şirketa sîlehan Krauss-Maffei Wegmann bloke kir. Çalakiyê pêr bi şev dest pê kir û doh êvarê jî bi awayekî serketî heta kêliya amadekirina nûçeya me jî dewam dikir.
Pêr bi şev gelek çalakgeran bi zincîran xwe bi dergehên şirketa çêkirina sîlehan a Kasselê Krauss-Maffei Wegmann ve girêda. Bi ser de jî bi bi trîpodeke (sêlingeke) 6 metreyan dirêj a ji pola jî dergeh li çûnûhatinê girtin. Bi vî rengî jî wesîtên neqlkirinê nekarîn bikevin fabrîkayê û ne jî karîn jê derkevin.
Li ser vê yekê komeke qelebalix a polîsên taybet hatin cihê çalakiyê, lê belê heta kêliya amadekirina nûçeyê jî dest wernedabûn çalakiyê.
Lê polîsan kesên çûn cihê çalakiyê ji bo piştgiriyê bidin çalakgeran jî bi kontrolkirina nasnameyê tacîz kir û kesek jî bi îdîaya alayên qedexe rakiriye destgîr kir.
Çalakiya bi înîsiyatîfa Women Defend Rojava bi coşeke mezin dewam kir. Kamyonên tank li wan barkirî jî nekarî ji fabrîkayê derkevin. Çalakgeran bang li polîsan kir û got, mafê we heye hûn destwerdanê red bikin û ji wan xwest dijberiya şer ew jî tercîh bikin. Çalakgeran heman bang li karkerên şirketê jî kir.
Êdî sîlehan neşînin Tirkiyeyê
Çalakiyeke protestoyî doh li Freiburgê jî hebû li dijî Rheinmetall a ku tankên Leopard2 hildiberîne. Di daxuyaniya li devê şirketê de hat gotin, “Dagirkeriya qirker a Rojava bi destê dewleta Tirk bi sîlehên dewleta Elman tê birêvebirin. Divê Elmanya êdî sîlehan ji Tirkiyeyê re neşîne û Tirkiyeyê ceza bike.”
KASSEL/FREIBURG