Li Dêrsimê demek dirêje li ser çemên Munzur, Mercan û Pilumoriyayê projeyên HES'ê tên avakirin. Li ser çemê Ava Periyê jî demek dirêj e hewldana avakirina 7 bendavên cuda tê kirin. Projeya HES'ê ya bendava Geliyê Perî dê 9 gundên herêmê di bin avê de bihêle. Xebatên înşaeta bendavê li gel şert û mercên zivistanê dîsa berdewam dike. Li hemberî vê eykê têkoyîna gelê heremê jî ligel hemû zor û zahmetiyên zivistanê didome. Welatiyên ku 150 rojin "Konê Raperînê" vekirine û li dijî bendavê di nava têkoşînê dene.
Welatiyê gundê Herîka Jêrîn Hasan Arslan, anî ziman ku armanca projeyên HES'ê diyar e û dixwaze bi HES'an gundên herême vala bikin û herêmê bê mirov bihêlin. Arslan, anî ziman ku kes nikare wan ji axa wan, çand, nirx, bîr û baweriya wan dûr bixin û ew tê dêkoşîna xwe ya hiqûqî berdewağm bikin.
'Armanc sirgûnkirine'
Çalakvanê ku di nava Tevgera Gundiyên Azad a 150 rojin "Konê Raperînê" vekiriye de cih digire Hasan Bîter jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Em qet destûrê nadin van bendavan. Ev bendav li dijî daxwazên me tên avakirin. Armanca wan mirovan sirgûn bikin û herêmê bê mirov bihêlin. Em her tim ji ber nasname û çanda xwe rastî sirgûnan hatin. Em di 1938'an de rastî komkujî û sirgûnê hatin. Di sala 1994'an de dîsa em rastî sirgûnê hatin. Niha jî li ser axa me bendavê çêdike. Ev dê têkiliya Dêrsim, Çewlîk û Xerpêtê ji hev qut bike. Dê 9 gund vala bibin. Em destûrê nadin vê yekê. "
FERHAT ARSLAN - DÎHA/DÊRSIM