Li Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyan çalakî didomin. Li çalakiyên Arnhem û Den Haag ên Holandayê û li paytexda Swêd Stockholmê hate diyarkirin, heya ku encam werin bidestxistin wê li qadan bin.
ARNHEM: Li bajarê Arnhem ê Hollandayê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de li dijî komkujiyên xweza û mirovan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku bi slogana “Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû” ber bi navenda bajêr ve meşiyan diyar kirin, heya ku li Kurdistanê tecrîd û komkujî berdewam bin ew ê her li qadan bin. Meş bi axaftina Hevseroka KCDK-E’yê, Şemsê Gullu qediya.
DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê li Stasyona Centraalê çalakiya ku tecrîd û komkujî lê hatin şermezarkirin wê heya 15’ê Tîrmehê berdewam bike.
STOCKHOLM :Kurdistaniyên li paytexta Swêdê li Stockholmê dijîn ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîd û komkujiyan li Meydana Medborgarplatsenê kon vedan. Çalakvanan pankartên bi nivîsa, “Ji Ocalan re azadî û Kurdistanê re aştî” û “Komkujiya li Kurdistanê rawestînin” bi kon ve daliqandin û bi devkî û nivîskî der barê rewşa Kurdistanê de agahî dane raya giştî.
Çalakvanan ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û sekinandina piştigiriya aborî ya YE’yê û Swêdê ji bo Tirkiyê îmze dan hev û ev îmze wê ji bo Parlementa Swêdê werin dayin. Çalakiya ku bi banga Federasyona Jina Kurd Sarayê pêk hatî wê 3 rojan bidome.
LONDON: Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya AKP´ê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Licê dike, çalakiyek li dar xist.
Li semta Dalston a Londonê, pêr li pêşiya stasyona trenê ji bo Licê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Êrîşên faşîst ên li Kurdistanê bisekinînin”, “Dewleta Tirkiyeyê terorîst e” û gelek dirûşmên li dijî hikûmeta AKP’ê hatin gotin. Her weha bi sedan belavokên bi zimanê Ingilîzî hatin belavkirin û li ser mijarê axaftin hat kirin.
Endamên Ciwanên Azad UK û Meclîsa Gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN