Parêzera mafên mirovan Margaret Owen li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Owen a avakara înîsîyatîfa Peace in Kurdistan (Aştî li Kurdistanê) ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê, doh dest bi greva birçîbûnê kir.

Owen a 86 salî mafên gelê Kurd diparêze û dibêje, “Ez çûm serdana Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdê ev qederê 150 rojî ye ku di greva birçîbûnê de ye. Abdullah Ocalan nûnerê rastîn ê gelê Kurd e û ji ber wê jî bêedaletiya li ser wî, bandorê li her kesî dike. Ji bo çareseriyeke siyasî ya aştiyane, pozîsyona wî gelekî girîng e.” Margaret Owen doh tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû. ew ê çalakiya xwe 8 rojan dewam bike. Mekanê çalakiya wê jî tevî hersê çalakgerên li Londonê di greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger li Navenda Civaka Demokratêk a Kurd a Londonê be.

 

LONDON