Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê parlamenterên HDP’ê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê ketin çalakiya greva birçîbûnê. Li Êlih, Amed, Riha, Mêrdîn û Stenbolê parlamenterên HDP’ê yên di çalakiyan de ne  axivîn.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî li ser tecrîdê axivî û got:”Li tu devera cîhanê tecrîdek wiha nîne. Divê demildest dawî li tecrîdê bînin. Çalakî pêl bi pêl berbalav dibe.”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî got, ew bi têkoşîna xwe bawerin û ew ê bi ser bikevin.

Ji bo aştiyê divê dawî tecrîd rabe

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dibêje, heta tecrîd ranebe ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî îşaret bi şert û mercên pêkhatina aştiyê dike û dibêje:”Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û şer bi dawî bibe divê demildest tecrîd bi dawî bibe.”

Navnîşan Ocalane 

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wekî navnîşana çareseriya pirsgirêga Kurd nîşan dide û dibêje, tekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî tecrîda li ser Rêberê Gelan wekî sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Em tecrîdê bişkênin

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî îşaret bi xwedîderketina li Leyla Guven kir û got:”Divê em daxwaza Leyla Guven bêxwedî nehêlin. Em deng bidin çalakiyê û tecrîdê bişkênin.”

Guven bû pêşeng 

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî dibêje, Leyla Guven ji bo pêvajoyek nû pêşengiyê kir û wiha dipeyive:”Pêvajoya demokratîkbûnê û çareseriyê li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê ne şer aştî tê xwestin.”

Li ser gelan bandor dike 

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglujî wiha axivî:”Tecrîda li Îmraliyê li ser hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê dike. Divê temildest tecrîdkirin bê rakirin. Pêwîste pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Em ê hemû bi hev re tecrîdê bişkênin”

Me xwest bala meclîsê bikşînin ser tecrîdê

 Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemir jî anî ziman ku Leyla Guven bi vîna gel hatiye hilbijartin, lê niha vîna gel dîl hatiye girtin û got: “Me xwest bi vê çalakiyê balê bikişînin ser çalakiya Leyla Guven û daxwazên wê yên li dijî tecrîdê.”

Divê her kes li van çalakiyan xwedî derkeve

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî xwest her kes li çalakî û daxwazên Leyla Guven xwedî derkevin.

Wê çalakiyên me li meclîsê bi sînor nemînin

Parlamentera HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan Dilan Dirayet Taşdemîr jî got: “Emê li daxwazên Leyla Guven ên mafar xwedî derkevin. Li gel ku Guven wekîl e îro dîl hatiye girtin. Ji ber vê yekê me xwest dengê wê li meclîsê bînin ziman.

Tecrîdkirina Ocalan li civakê belev dibe

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevin Coşkun jî got: “Tecrida li ser Birêz Ocalan dest pê kir, li ser hemu gelê Kurd belav dibe. Ji ber vê yekê divê her kes li van çalakiyan xwedî derkevin.”

 

 MA / ENQERE