Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ku pêr li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li hev civiyan, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara, “Em Rabin bi tolhildan, têk bibin dagirkerî, azad bikin Rêbertî“ meşek dirêj a 3 rojan li dar dixin. Meşa Dirêj wê 3’yê Îlonê li bajarê Kolnê di 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de bi dawî bibe. Ciwanên ku posterên Ocalan hildan, wê di 3 rojan de 110 kîlometreyan bimeşin.


Çalakiya li Atînayê mezintir dibe

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê bi şîara “Azadiya Ocalan azadiya me, tenduristiya wî tenduristiya me ye”  wê 5 rojan bidome û bi mîtîngekê bi dawî bibe, di roja 4’yemîn de dewam dike. Çalakvan ku li ber Parlamentoyê li Qada Syntagma kon danîne, çalakiya xwe bi coşek mezin didomînin. Di çalakiyê de ji bilî Kurdan, Yewnanî jî bi tevlîbûnê piştgiriyê dikin. Kurdistaniyên ku danê êvarî serdanên xwe zêde kirin, qada çalakiya greva birçîbûnê veguherandin qada mîtîngê. Komîteya Amadekar jî banga destekkirinê li tevahî Kurdsitaniyên ku li Atînayê dijîn kir. Di daxuyaniya Komîteyê de wiha hate gotin; “Tenduristî û ewlehiya Rêber Apo temînata aştiyê ye. Heta em agahiyê ji Rêbertiya xwe digirin, em ê her roj di nav çalakiyan de bin.”

 

Li Danîmarka û Elmanyayê çalakî

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, duh danê êvarî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk meşek hate lidarxistin. Di meşê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin, dagirkirina Cerablûsê û qetlîamên li gundan ji hêla dewleta Tirk hatine kirin jî hatin protestokirin. Dema meşê de ku ji Dresden Neustadt-Albertplatz heta Parka Alaûen dom kir, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî” hatin berzkirin.

Li bajarê Holstebro ê Danîmarkayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin. Kurdên ji Anatolyaya Navîn ên li bajêr dijîn, danê êvarî wek 20 kesî dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha, têkîldarî tecrîdê dosyayek radestî Şaredariya Holstebro hate kirin, li çapemeniyê jî belavok hatin belavkirin.

Televîzyonên mezin ên Danîmarkayê jî greva birçîbûnê bi weşana zindî dan. Doh jî berdevkên YNK’ê yên li Danîmarkayê jî serdana kon kirin û destekên xwe bi lêv kirin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN






Dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin


Li gelek bajarên Ewropayê, li dijî dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûs ê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, çalakî hatin lidarxistin.

HANNOVER: Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên ku tevî çeteyên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike, şermezar kirin.

Li Hannoverê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û PYD’ê çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de belavoka li ser dagirkeriya Tirk hat xwendin û dirûşmên “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Terorîst Tirkiye ji Rojava bicehime”, “NATO fînanse dike, Tirkiye bombe dike” hatin qîrîn.

Di dawiya mîtîngê de ji bo çalakiyên rojane ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tên lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

TOÛLOÛSE:Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn, tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û dostên gelê Kurd li meydana Capîtolê kon vedan û der barê mijarê de raya giştî agahdar kirin.

LONDON: Dagirkeriya artêşa Tirk li pêş avahiya Sefaretxaneya Bilind a TC a li Londonê hat şermerzarkirin. Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, Kurdistanî û dostên wan bi alên PKK û KCK’ê li ber avahiya Sefaretxaneyê li hev civiyan û dirûşmên “Artêşa Tirk ji Rojava bicehime” qîriyan.

Li ser navê komê daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat gotin, ev hewldanên dewleta Tirk wê rê li ber komujiyên nû veke û kaosa li Sûriyeyê kûrtir bike. Di dewama daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hat kirin, ku tavilê êrîşên xwe biqedîne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN