Şaxa Diyar TUHAD-DER'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser pirsgirêka girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniya çapemeniyê da.
Di çalakiyê de tevî Rêveberên Diyar TUHAD-DER'ê, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Rêveberên BDP'a Amedê û nûnerên MEYA-DER'ê gelek kes amade bûn.
Di daxuyaniyê de li ser navê Şaxa Diyar TUHAD-DER'ê, dayika Aştiyê Seher Gorenç, axivî û diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyek mayinde pêk bê, divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî lezgîn hevdîtin dest pê bikin. Gonenç weha axivî: "Ciwanên kurd û tirk ji ber polîtîkayên AKP'ê tên kuştin. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Brêz Abdullah Ocalan 391 rojin nikarin bi parêzeran re hevdîtin pêk bîne. Binpêkirina mafên girtiyan di asta herî jor de zêde dibe. Em dixwazin şert û mercên girtîgehan bên başkirin û girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em Azadiya Brêz Ocalan dixwazin."
DÎHA/AMED
Jin wê ji bo Ocalan bimeşin
Jin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dikevin nav hewldanan. Platforma Ji bo Azadiyê ji Ocalan re Azadî û DOKH, ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin û ji Ocalan re azadiyê bixwazin, wê di 25'ê Tebaxê de li Amedê bi tevlêbûnek mezin civînekê lidarbixin. Nûnerên saziyên jinan wê hem li ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin rawestin û hem jî wê bûyerên dawî niqaş bikin. Civîn wê li Salona dawetê ya Geterlerê saet di 14.00'an de pêk were. Ji aliyê din ve jin wê di 28'ê Tebexê de jî li Deriyê Çiyê kom bibin û heta Birca Bizinê meşeke girseyî pêk bînin. Meş wê saet di 16.00'an dest pê bike û ji Ocalan azadî bê xwestin. Jinan bang li herkesî kirin ku li dijî tecrîdê tevlî meşê bibin.