Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî berxwedana Leyla Guven silav kir û got, “Dema ku em dibêjin bila tecrîd rabe, em bang li Tirkiyeyê gişî dikin. Werin li hemberî vê tecrîdê em dengê xwe bilind bikin.”
Temellî li Qersê bi gel re civiya û rojev nirxand. Temellî bi silavkirina Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir a ku li hemberî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê. Temellî di axaftina xwe de got, “Îro berxwedana parlamentera me Leyla Guven dikeve roja 40’an (îro dibe 41). Em hez kirin û silavên xwe jê re dişînin. Leyla Guven ne bi tenê ji bo me, ji bo hemû Tirkiyeyê tevgereke mînak dide nîşan. Ji ber ku Tirkiye li aştî û siberoja xwe digere. Tirkiye di bin vê desthilatdariya heyî de dirize. Divê Tirkiye xwe ji vê rewşê rizgar bike. Rêya vê rizgarkirinê jî têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Em bang li Tirkiyeyê dikin, werin em bi hev re li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”
MA / QERS