Serdana ji bo Mehmet Alî Koçak ê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye, didome. Heyeta PYD’ê çû serdana Koçak û ragihand ku ji bo bidawîbûna tecrîdê divê piştevanî bê xurtkirin.
Mehmet Alî Koçak 20’ê Sibatê li Cenevreyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger kir, û îro 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Koçak çalakiya xwe li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Cenevreyê didomîne. Berdevka PYD’ê ya Ewrûpayê Zozan Dêrik û Nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê Abbas Omar pêr çûn serdana Koçak.
´Em ê rêberê xwe azad bikin´
Koçak di dema serdanê de serketina YPG, YPJ û QSD’ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir û got, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan divê şoreşa Rojava bê mezinkirin.
Nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê, Abbas Omar jî da xuyakirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ew piştgiriyê didin berxwedêrên greva birçîbûnê û got, “Wezîfeya me her kesî ye ku xwedî li vê çalakiyê derkevin û mezin bikin.” Omar destnîşan kir, ji bo hilweşandina faşîzmê û bidawîbûna tecrîdê divê her kes bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe û berxwedanê geştir bike. Omar got, “Em pê piştrast in ku em ê bi ser kevin, Rêberê xwe azad bikin.”
ANF / CENEVRE